Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rêberê olî yê bê yê Îranê bêyî erêkirina Washingtonê nikare li ser desthilatê bimîne.
Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku Meclisa Pisporan a Îranê ragihandibû, şûna Rêberê Îranê yê ku hatiye kuştin proseya hilbijartina Rêberê nû yê welêt temam bûye.
Trump di hevpeyvînekê de ji ABC Newsê re got ku pêwîstiya Rêberê nû yê Îranê bi erêkirina Amerîkayê heye, eger na "ew dê demeke dirêj li ser kar nemîne."
Trump gotinên xwe di çarçoveyeke stratejîk de anîn ziman û diyar kir ku ew naxwazin Amerîka di paşerojê de şerekî din bi Îranê re bike.
Serokê Amerîkayê got, "Ez naxwazim ku mirov piştî pênc salan vegerin û neçar bimînin heman tiştî bikin an jî ya xerabtir bibin xwediyê çekên nukleerî."
Bertekên Îranê
Berpirsên Îranê ev şîrove red kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro da xuyand ku hilbijartina Rêberê bê "tenê karê gelê Îranê ye" û her cûre desttêwerdana derve red kir.
Endamê Meclisa Pisporan Ehmed Elemulhuda ragihand ku Meclisa Pisporan ji bo cîgirê Elî Xamineyî deng daye lê nav eşkere nekiriye.
Mucteba Xamineyî wekî "negirîng" bi nav kir
Trump berê ji Axiosê re gotibû ku ew li bendê ye bixwe tevlî proseya hilbijartinê bibe.
Trumpher wiha kurê Elî Xamineyiyê ku hatiye kuştin Mucteba Xamineyî wekî "kesekî negirîng" bi nav kiribû ku wekî namzedê herî xurt dihat nîşandan.
Hefteya borî bi êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê aloziyên li herêmê zêde bûn.
Di êrişa ku îro kete roja xwe ya nehan de, hat ragihandin ku zêdetirî hezar û 200 kesî canê xwe ji dest daye.
Tehranê bi dron û mûşekan bersiv da û Îsraîl û welatên Kendavê yên ku mazûvaniya hêzên Amerîkayê dikin kirin hedef.
Di êrişan de Rêberê Îranê Elî Xamineyî canê xwe ji dest da.
Rêveberiya demkî
Piştî ku Rêberê berê Elî Xamineyî di êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, welat niha ji aliyê konseya demkî ve tê birêvebirin.
Ev konsey ji Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Dezgeha Dadê Xulamhusên Muhsênî Ejeyî û Endamê Meclisa Pisporan Elîrza Erafî pêk tê.
Konsey dê heta ku Rêberê nû bi awayekî fermî dest bi kar bike xebatên xwe bidomîne.
Îro endamên Meclisa Pisporan a Îranê ragihand ku proseya hilbijartina Rêberê nû yê welêt temam bûye.
Lêbelê rayedarên Îranê dan zanîn ku dê navê Rêberê nû ji ber sedemên ewlehiyê paşê were eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse