Koşka Spî: Şiyana mûşekan a Îranê ji sedî 90 kêm bûye

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Koşka Spî Amerîka Donald Trump Karoline Leavitt Îran Mûşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku di 9 rojên şerê Îranê de şiyana avêtina mûşekan a Îranê ji sedî 90 kêm bûye û hêza deryayî ya wî welatî jî bi temamî hatiye têkbirin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt li ser şerê Îranê ji Fox Newsê axivî.

Karoline Leavittê got, "Îranî bi gotinan gefan dixwin lê di kiryaran de ew ne wekî 9 roj berê bi hêz in; ev tiştekî tekez e."

Leavittê her wiha ragihand, "Washington dê jiholêrakirina şiyanên Tehranê berdewam bike heta ku piştrast dibin ew nabe xwediyê çekên nukleerî û mûşekên wê êdî nabin metirsî."

Bazara enerjiyê û bihayê petrolê

Li aliyê din Leavittê derbarê bazara enerjiyê û bilindbûna bihayan de got ku Donald Trump û tîma enerjiyê ya Amerîkayê bi temamî kontrola rewşê kiriye.

Wê diyar kir, Serokê Amerîkayê berê xwe daye bazara petrola Venezuelayê da ku kêmbûna dabînkirinê ya li bazaran qerebû bike.

Berdevka Koşka Spî da zanîn ku ev alozî dê demkurt bin û dawiya dawî jiholêrakirin desthilata Îranê dê ji bo pîşesaziya petrolê baş be.

Leavittê her wiha got, "Biha dê ducare dakeve, wekî çawa par ji ber ajendaya Trump a ji bo serweriya enerjiya Amerîkayê daketibû."

Li ser sedema destpêkirina vî şerê berfireh, Washington tekez dike ku Îranê bi hezaran leşkerên Amerîkayê kuştine.

Berdevkê got, "Serok Trump rê neda ku Îran ewil êrişî baregeh û hêzên me yên li Rojhilata Navîn bike; lewma wî ev pêngava dîrokî avêt û dest bi Operasyona Hêrsa Destanî kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst