Trump: Rojhilata Navîn nêzîkî ‘Serdema Zêrîn’ e

10 demjimêr berê
Nîşan Trump Rojhilata Navîn Serdema Zêrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peyameke nû belav kir û bi geşbînî behsa aştiya bi Îranê re kir.

Trump ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.

Trump di peyama xwe ya nû de jî ragihand ku îro ji bo aştiya cîhanê rojeke mezin e û anî zimên:

"Îran dixwaze ev yek pêk were, êdî besî wan e! Her wiha besî her kesî ye!"

Alîkariya ji bo Tengava Hurmizê

Donald Trump destnîşan kir ku Amerîka dê ji bo kêmkirina qerebalixiya trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê alîkar be û got:

"Dê gelek çalakiyên erênî çêbibin! Dê pereyên mezin werin qezenckirin. Îran dikare dest bi pêvajoya jinûveavakirinê bike."

"Serdema Zêrîn a Rojhilata Navîn"

Trump diyar kir ku ew dê bi her cure kel û pelan piştgiriyê bidin herêmên daxuyand ku ew dê li herêmê "li derdorê bin" da ku piştrast bibin her tişt baş diçe.

Donald Trump dîtina xwe ya ji bo paşeroja herêmê bi van gotinan anî zimên:

"Ez bawer im dê her tişt baş bibe. Wekî ku em niha li Amerîkayê dijîn, ev dikare bibe Serdema Zêrîn a Rojhilata Navîn!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst