Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev ragihand, "Îranê çeka xwe ya atomê ceriband ku navê wê Tengava Hurmizê ye."
Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Medvedev di daxuyaniya xwe de nivîsî, "Ne diyar e dê agirbesta di navbera Washington û Tehranê de çawa were bicihkirin lê tiştek diyar bûye, ew jî ew e ku Îranê çeka xwe ya atomê ceriband."
Dmitry Medvedev her wiha destnîşan kir ku "Navê wê çekê Tengava Hurmiz e ku şiyanên wê ji holê ranabin."
Şahdemara aboriya cîhanê
Tengava Hurmizê wekî şahdemara aboriya cîhanê û bazara enerjiyê tê dîtin.
Bi destpêkirina şerê vê dawiyê yê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê, gefa girtina vê rêya deryayî ji dirûşmeke siyasî veguherî rastiyeke meydanî.
Tengava Hurmizê xala herî mezin a veguhastina petrolê ya cîhanê ye.
Li gorî amarên Saziya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrola xav di vê tengavê re derbas dibe.
Ev jî dike ji sedî 20ê tevahiya petrola ku li cîhanê tê hilberîn.
"Pirsa jiyan û mirinê ye"
Ji xeynî petrolê, salane zêdetirî 80 milyon ton gaza siruştî ya şilkirî (LNG) di vê rêreyê re tê veguhastin ku piraniya wê ji Qeterê ber bi Asya û Ewropayê ve diçe.
Ji bo welatên Asyayê ev tengav pirsa "jiyan û mirinê" ye.
Ji ber ku ji sedî 75ê wê petrola ku di wir re derbas dibe, ber bi bazarên Çîn, Hindistan, Japon û Koreya Başûr ve diçe.
Her cure rawestana li vê tengavê tê wateya rawestana tevgera aboriya cîhanê.
Kontrola Îranê ya li ser tengavê
Ji aliyê erdnîgariyê ve, serdestiyeke temam a Îranê li ser tengavê heye.
Beravên wê yên dirêj û hebûna giravên stratejîk ên wekî "Ebû Mûsa" û "Tumba Mezin û Biçûk", rê daye Supaya Pasdaran ku bi hûrgilî çavdêriya tevgera keştiyan bike.
Tehranê li beravan gelek pergalên mûşekî yên dijî keştiyan û dron bi cih kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse