Hewlêr (Rûdaw) - Çînê ragihand ku ew agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de ku bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye, bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Lê belê Pekînê îdiayên li ser piştgiriya xwe ya rasterast a ji bo pêvajoya agirbestê piştrast nekirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Nîngê li Pekînê di konferanseke rojnamegeriyê de diyar kir ku welatê wê ji destpêka krîzê ve agirbestê û çareserkirina nakokiyan a bi rêyên siyasî diparêze.
Mao Nîngê bersiv da pirsa "Gelo Çînê di pêvajoya agirbestê ya bi navbeynkariya Pakistanê de rasterast pêwendî bi ti aliyan re daniye û pêşniyar pêşkêş kirine an na?"
Mao Nîngê xwe ji piştrastkirina destwerdana rasterast a Çînê dûr xist û got:
"Çîn ji bo dabînkirina aramiya demdirêj a li Kendav û Rojhilata Navîn, her ji destpêkê ve agirbestê û çareseriya siyasî diparêze û di vî alî de dixebite."
Nîngê her wiha destnîşan kir ku ew hewlên Pakistan û welatên din baş dibînin.
Trump behsa rola Çînê kiribû
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê li ser pirsa ajansa nûçeyan a AFPyê ya li ser tevlîbûna Çînê ya di pêvajoya agirbestê de gotibû, "Min bihîstiye ku ew tê de ne."
Bi vî awayî Trump dabû nîşandan ku birêvebiriya Pekînê Îran ji bo dan û standinan teşwîq kiriye.
Li hêla din, ajansa nûçeyan a APyê nûçeya xwe spartibû çavkaniyên Îranî û îdia kiribû ku rayedarên Çînî di dema dan û standinan de rayedarên Îranî ji bo peydakirina rêyekê teşwîq kirine.
Di nûçeya APyê de her wiha hatibû îdiakirin ku Pekîn bi rêya Pakistan, Tirkiye û Misirê bandora xwe li ser dan û standinan kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse