Hewlêr (Rûdaw) - Pete Hegseth ragihand ku li gorî peymana agirbesta demkî ya Amerîka û Îranê, divê "madeyên nukleer ên di destê Tehranê de bêyî dereng bikeve ji Îranê werin derxistin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth li gel Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Cane li Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon), piştî agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ku Îsraîlê jî li xwe digire, konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Pete Hegseth êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê wekî "serkeftineke leşkerî ya teqez" pênase kir û wiha axivî:
"Li gorî mercan, madeyên nukleer ên ku nabe di destê Îraniyan de bin, dê yekser ji Îranê werin derxistin."
"Em li herêmê dimînin"
Pete Hegseth tekez kir ku artêşa Amerîkayê di vê demê de ji herêmê venakişe û eger pêwîst bike dê dîsa dest bi êrişan bike û anî ziman:
"Em naçin ti deran. Em dê piştrast bin ku Îran bi vê agirbestê pêbend e û em dê di dawiyê de li ser maseyê rûnin û peymanekê îmze bikin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê li ser girîngiya vê rojê got:
"Rastiya vê sibehê ev e: Îro ji bo aştiya cîhanê rojeke mezin e."
Hegseth parast ku ev agirbest piştî êrişên artêşa Amerîkayê ji aliyê Îranê ve hatiye xwestin.
Hegseth her wiha angaşt kir ku birêvebiriya Tehranê dizane ev agirbest tê wê wateyê ku "ew dê ti carî nebin xwedî çeka nukleer" û wiha li pey çû:
"Heger ew li ser maseya dan û standinan biryareke şaş bidin, ew dê ji bo lêdana me armancên leşkerî yên hêsantir biafirînin.
Em dizanin madeyên nukleer ên di destê wan de çi ne û divê werin radestkirin."
Rewşa Tengava Hurmizê
Hegseth li ser pirseke derbarê Tengava Hurmizê jî diyar kir:
"Xala ku li ser lihevhatin çêbûye û eşkere hatiye gotin ev e: Tengava Hurmizê ji bo derbasbûnê vekirî ye.
Artêşa me rewşê dişopîne. Bê guman artêşa wan jî dişopîne lê herikîna bazirganiyê dê bidome.
Ya ku bazar bertek nîşan didê jî ev rastî ye."
Ji sedî 80yê parastina asmanî ya Îranê hat rûxandin
Seeerkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Cane jî di konferansê de amarên leşkerî parve kirin û ragihand ku Amerîkayê ji 28ê Sibatê ve li zêdetirî 13 hezar armancên Îranê dane.
Dan Cane eşkere kir ku ji sedî 80yê pergalên parastina asmanî yên Îranê hatine jinavbirin.
Pêvajoya agirbesta demkî
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê û bersivdayînên Tehranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Nîsanê saet derdora 01:30î agirbest ragihand.
Trump diyar kir ku wan bi mercê vekirina Tengava Hurmizê agirbesteke 2 hefteyî qebûl kiriye.
Wî got wan ji Îranê pêşniyareke 10 xalî wergirtiye û ev ji bo dan û standinan bingeheke guncav e.
Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî da zanîn ku "Îran di şer de gihîştiye armancên xwe" û hedefa wan ew e ku dan û standinên dawî li Îslamabadê herî zêde di nav 15 rojan de bi dawî bibin.
Tirkiye, Pakistan û Misirê ji bo ku bihevguhertina peyaman a di navbera Amerîka û Îranê de bidome û encamek jê derkeve hewleke mezin dan.
Îsraîlê jî ragihand ku ew piştgiriya agirbesta demkî dikin lê parast ku Libnan ne di nav vê lihevkirinê de ye û êrişên xwe yên li Libnanê didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse