Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên meclisên şaredariyan û parlamentoyên xwecihî yên Brîtanyayê nexşeya siyasî ya wî welatî guhert lê ti namzedên Kurd bi ser neketin.
Partiya Reformê serkeftineke dîrokî bi dest xist, Partiya Karkeran a desthilatdar tûşî têkçûneke mezin bû.
Pêkhateya nû ya siyasî û serkeftina rastgiran
Doh (7ê Gulana 2026an) ji bo diyarkirina 5 hezar endamên meclisên şaredariyan li Brîtanyayê û parlamentoyên Skoçya û Wêlsê dengdan hat kirin.
Li gorî encaman, Partiya Reformê (Reform UK) ya bi serokatiya Nigel Farage ku partiyeke rastgir û dijkoçber e, 478 kursî bi dest xistin.
Nigel Farage ev serkeftin wekî "werçerxaneke dîrokî" ya di siyaseta welêt de pênase kir.
Têkçûna Partiya Karkeran
Partiya Karkeran a desthilatdar tenê li Îngilistanê 322 kursî ji dest dan û bû têkçûya herî mezin a hilbijartinê.
Ev têkçûn bû sedem ku baweriya bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kêm bibe.
Li pey vê yekê, li nav partiyê gotegotên li ser hewldana dûrxistina wî ya ji aliyê Alîkara Serokwezîr Angela Rayner û Wezîrê Tenduristiyê Wes Streeting ve derketin.
Kurd bê kursî man
Di vê pêşbaziyê de, 4 namzedên Kurd ji partiyên cuda û li herêmên cuda yên Londonê bûbûn namzed.
Lê belê kes ji wan jî bi ser neket.
Namzedên Kurd ev bûn: Rêbaz Heme Fetah ji bo şaredariya Islingonê, Rizgar Elî ji bo şaredariya Bethnal Green Eastê, Şad Wişyar ji bo şaredariya Westminsterê û Serbaz Berzincî ji bo şaredariya Lambethê.
Namzedê Partiya Parastinxwazan (Conservatives) Rêbaz Heme Fetah li ser encaman ji Rûdawê re eşkere kir ku ne ew û ne jî ti berbijêrê din ê Kurd bi ser neketiye.
Rêbaz Heme Fetah destnîşan kir ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî ji bo avakirina lobiyeke xurt li Brîtanyayê bixebitin.
Mijara koçberan û pêvajoya dengdanê
Çavdêrê siyasî yê li Brîtanyayê Nebez Bazyanî ji Rûdawê re diyar kir ku ev hilbijartin dê guherînên mezin di nexşeya siyasî ya Brîtanyayê de bike û anî zimên:
"Mijara penaberan mijara sereke bû, vê yekê jî partiyên dijbiyanî xurt kirin."
Her wiha Berdevkê berê yê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirarê ku ji bo çavdêriya pêvajoyê li Brîtanyayê bû, bal kişand ser aramiya hilbijartinê û destnîşan kir:
"Tiştê balkêş ji bo min ew bû ku nûnerên partiyên siyasî li navendên dengdanê nînin û tenê komîsyon serperştiya her tiştî dike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse