Navenda Nûçeyan – Fîzyazanê navdar ê brîtanî Stephen Hawking îdîa kir, ku dawiya dinyayê nêzîk bûye û çareya tekane jî rev û peydakirina gerstêrkeke din e. Hawking, ji bo vê yekê jî ji bo projeya xwe ya peydakirina gerstêrkeke bi jiyan, piştgirî xwest.
Fîzyazan Stephen Hawking, bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna Tencent WE ya paytexta Çînê pekînê bû û îdîa kir, ku di sala 2600î de dê mirovahî tune bibe û got, ku zêdebûna hejmara mirovan, daxwaza zêde ya ji bo çavkaniyên enerjiyê dê dinyayê ber bi karesata mezin ve bibin.
Hawking diyar kir, ku piştî demekê dê dinya bibe gilokek ji agir û biteqe, lewma jî rêya çare û xilasbûnê jî peydakirina gerstêrkeke nû ye ji bo jiyanê.
Bi nêrîna Hawking: “Eger mirovahî dixwaze milyonek sal din jî temenê xwe dirêj bike, pêwîst e here gerstêrkên nû, ku heta niha ti candarek neçûne.”
Gerstêrka ji bo jiyana mirovan guncayî
Fîzyazanê navdar ji sermayedaran jî xwes,t ku ji bo çûna sîstema esmanî ya Alpha Centauri, ku weke cîranê sîstema rojê tê binavkirin, piştgiriyê bidin projeya wî ya bi navê "Breakthrough Starshot". Hawking di wê baweriyê de ye, ku di nava wê sîstemê de gerstêrkên ji bo jiyanê guncayî hene.
Bi baweriya Hawking, di çarçoveya projeya Breakthrough Starshot de, keştiyeke esmanî eger bi hêza tîrêjan here, dikare di 20 salan de bigihe wan stêrkan.
Di konferansê de rêveberê projeya Breakthrough Starshotê yê niha Pete Worden jî got: “Piştî 2050yan em dikarin dîmenên yekemîn ên gerstêrka ku lê jiyan heye, bidest bixin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse