Çima Blinken li Çînê ye?

19-06-2023
Loloxan
Nîşan Amerîka Antony Blinken Çîn Qin Gang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê ku du rojan didome li paytexta Çînê bajarê Pekînê ye. Di pênc salên bihorî de, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê ye bo Çînê.

Hin bûyer armanca serdana Blinken a bo Çînê zelal dikin. Roja 26ê Gulana îsal, kêm mabû ku di navbera du firokeyên şer ên Amerîkî û Çînî de rûbirûbûn û şer derkeve. Her du aliyan ji ber wê rewşê hevdu tohmetbar kirin.

Amerîkayê di 5ê Hezîranê de bi fermî Çîn tohmetbar kir ku keştiyeke şer a Çînê li Tengava Taywanê gelek nêzîkî keştiyek şer a Amerîkayê bûye û tekez kir ku kêm mabû her du keştî li hev bikevin.

Di 24ê Sibatê de, Hêza Esmanî ya Amerîkayê balonek li peravên Karolînaya Başûr xistibû xwarê, û Çîn bi wê yekê tohemtbar kir ku ew balon bi armanca sîxûriyê şandiye nav sînorên Amerîkayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken derbarê serdana xwe ya bo Çînê de ragihand: “Ev serdan sê armancên wê hene, yekem ji bo em peywendiyên vekirî û bihêz girê bidin. Duyem em berjewendiyên Amerîkayê pêş bixin. Sêyem jî em girîngiya hevahengiyê gotûbêj bikin.”

Pirsgirêka Taywanê û şerê Ukraynayê mijarên yekem ên serdana Blinken bûn bo Pekînê.

Chu Yi, Profesor li Zanîngeha Kulturî ya Çînê li Taywanê dibêje: “Gelek pirsgirêkên Amerîkayê yên wek deynên zêde, aborî û pîşesaziyê hene. Gelo ew dikarin bêyî hevkariya Çînê pirsgirêkan çareser bikin? Divê bi giştî li ser vê yekê bifikirin. Eger hevkariya Çînê dixwazin bila dest ji Taiwanê berdin.”

Di meha Sibatê de Amerîkayê ragihandibû ku li gorî agahiyên îstixbaratê Çîn dixwaze alîkariya leşkerî bide Rûsyayê.

Serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya bo Taywanê ku di 2ê Tebaxa 2022an de pêk hat, bû sedem ku Çîn gefa wê yekê bixwe ku Taywanê kontrol bike. Ji ber wê yekê Amerîka gelek nîgeran bû.

Roja 6ê vê mehê, Îranê balyozxaneya xwe li Erebistana Siûdiyê vekir, rola Çînê di asayîkirina vê peywendiyê de hebû, pêngava bê ya Çînê jî veberhênana demdirêj dibe bi qasî 400 milyar dolaran li Îranê û veberhênana demnavîn bi qasî 30 milyar dolaran li Siûdiyê. Ev jî bo Amerîkayê cihê dilgiraniyê ye.

Eger di vê civînê de nûnerên herdû welatan, pirsgirêkên xwe çareser nekin, bi kêmanî deriyê gotûbêjan di nav wan de hatiye vekirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst