Hewlêr (Rûdaw) – Ti kes bi qasî rewenda Kurd hest bi jana bê dewletbûnê nake. Bi taybetî jî dema ji wan dipirsin ka xelkê ku derê ne.
Barcelona ya paytexta herêma Katelonyayê, di sala 2017ê de, ji ber giştpirsiya serxwebûnê bû destebirayê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Li Barcelonayê bi sedan Kurdistanî hene, ku di sala 2017ê de, ew jî mîna kateloniyan ji ber redkirina giştpirsiya serxwebûnê, hatine bêhêvîkirin.
Pîws Elbek krîstiyanekî bajarokê Enkawa ya Hewlêrê ye û niha li Katelonyayê dijî. Elbek dibêje: “Tişta ku dilê min pirr êşand ew bû, ku Kurd bi hêvi û dilxweşiyeke mezin çûne ser sindoqan lê encamên wê wiha bûn. Heman awayî wê dilxweşiyê xelkê katelonî jî girt û xwestin bi azadî deng bidin. Lê wan jî dîtin ku hest tenê hest e û ne tiştekî zanistî ye.”
Li bajarên Katelonyayê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dijîn lê piraniya wan ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ne.
Kurdên li wê herêmê dibêjin, li Ewropayê ti gel mîna gelê Katelonyayê hest bi êş û jana Kurdan nake. Ji ber ku hest û hewldanên herdu gelan ên ji bo serxwebûnê jî heman awayî bûn.
Endazyarê mekanîkî yê Kurd li Katelonyayê Enwer Heme dibêje: “Li Katelonyayê demokrasî heye, lewma rewş cuda ye. Referandûmê jî eşkere kir, ku piraniya gel serxwebûnê dixwazin. Heta niha jî encamên referandûmê ji yên Başûrê Kurdistanê xiraptir bûne lê ez bawer dikim, ku ev pêvajo dê di berjewendiya kateloniyan de encam bibe.”
Piraniya Kurdên li Kaelonyayê, li hember helwesta hikûmeta Îspanyayê ya li dijî giştpirsiyê mat mane. Wan bawer nedikir, ku welatekî mîna Îspanyayê yê demokratîk herweke Iraqê helwest nîşan bide.
Hikûmeta Îspanyayê jî danûstandinên li gel Katelonyayê red kir û herwiha berpirsên herêmê girt û hikûmeta herêmê jî hilweşandin.
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse