Hewlêr (Rûdaw) - Herdu serokên Fransa Emmanuel Macron û Amerîkayê Donald Trump li ser parastina Kurdên Sûriyê li hev kirine.
Di daxuyaniyekê de, Koşka Êlîzê ragihandiye ku roja 7ê mehê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî ligel Serokl Amerîkayê Donald Trump kiriye.
Li gor daxuyaniyê, Macron tekezî li ser girîngiya hevahengiyê kiriye bi şêweyekî ku ewlehiya hemû hevbeşan garantîkirî be.
Li gor ku berpirsekî Fransî yê astbilind ji medyayê re aşkere kiriye, Macron peywendî bi her yek ji Serokê Rûsyayê Viladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye.
Li gor heman berpirsî, Serokê Fransayê daxwaz ji her du hevtayên xwe kiriye ku Kurdên Sûriyê bên parastin ji ber wan bi awayekî ciddî şêrê terorê kiriye.
Berpirsê Fransî aşkere kiriye ku Fransa ji daxuyaniyên vê dawiyê yên Trump, Pompeo û Bolton razî ye, ji ber ew daxuyanî li gor nêrîna Fransayê ne. Anku vekişandina hêzan dê bi hevahengî be û garantî ji bo parastina Kurdan bên wergirtin.
Berpirsê Fransî diyar kiriye ku vekişandina hêzên Amerîkayê dê hêzên Fransayê jî neçar bike ku ji Sûriyê vekişin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse