Hikûmeta Amerîkayê cardin ji kar ket

09-02-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kongêrs Demokrat Komarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Amerîkayê bo cara duyem di heyama îsal de ji kar ket.

 

Ji ber ku demokrat û komariyan di Kongrêsa Amerîkayê de li ser bûdceya wî welatî li hev nekirin, bo cara duyem di heyama îsal de, hikûmeta Amerîkayê ji kar ket.

 

Bi wê yekê pereyên pêwîst ji aliyê Kongrêsa Amerîkayê ve bo hikûmeta Amerîkayê nehat terxankirin, ku bikaribe li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên xwe berdewam be.

 

Kongrêsmanên demokrat û komarî bihêvî bûn, ku bikarin plana xerciyên hikûmeta Amerîkayê pesend bikin, lê belê hewlên wan rastî şikestinê hatin û ji demjimêr 08:00ê îro bi dema Hewlêrê, hikûmeta Amerîkayê ji kar ket.

 

Di meha bihorî de jî ji ber heman sedemê hikûmeta Amerîkayê ji kar ketibû û wê yekê heta 3 rojan dom kiribû. Kongrêsa Amerîkayê divê plana xerciyên hikûmeta wî welatî ji bo heyana 2 salên bihê pesend bike, lê belê heta niha di wê yekê de serkevtî nebûye.

 

Endamên demokrat û komarî yên Kongrêsa Amerîkayê li ser çend mijarên weke xerciyên serbazî û koçberan helwest û nêrînên ciyawaz hene û ji ber wê yekê endamên demokrat ên Kongrêsê rê nadin, ku plana xerciyan a ji bo hikûmeta wî welatî were pesendkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst