Washington (Rûdaw) - Şerê di navbera Amerîka û Îranê de ketiye hefteya xwe ya sêyem û hîn ne diyar e ka dê kengî bi dawî bibe.
Birêvebiriya Trump balê dikişîne ser lawazkirina şiyanên Îranê lê li Kongreyê li ser rewatiya vî şerî di navbera Demokrat û Komariyan de şerekî din ê siyasî derketiye.
Koşka Spî û îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêjin ku wan hêza Îranê "bi temamî lawaz kiriye."
Lê belê ew hîn jî bi hişyarî behsa paşerojê dikin û amaje bi wê yekê dikin ku "Hêj zû ye ku em bêjin şer bi dawî bûye û em ê bidomînin."
Demokrat: "Ev karesat e"
Li hemberî vê yekê, di korîdorên Kongreya Amerîkayê de dengê nerazîbûna Demokratan bilind bûye.
Ew bi tundî li dijî vî şerî radibin û dipirsin: "Serok çawa û bi çi hincetê Amerîka xist nav vî şerî?"
Senatorê Demokrat Chris Murphy dilgiraniyên xwe yên kûr venaşêre û dibêje:
"Ev karesateke ku dikaribû pêşî lê were girtin. Ez nikarim bawer bikim ku serokekî me heye ku ji encamên xirab ên biryara xwe fêm nake.
Niha şerekî nû di navbera Libnan û Îsraîlê de derketiye, bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan jî koçber bûne."
Murphy her wiha amaje bi zirarên aborî û leşkerî jî dike û dibêje:
"Tengava Hurmizê hatiye girtin, bihayê gazê li Amerîkayê bilind bûye û mûşek jî bê navber li balyozxane û baregehên me dikevin.
Pêwîst e serok dawî li vê yekê bîne da ku ewlehiya niştimanî ya Amerîkî were parastin."
Li Kongreyê şerê "hincetan"
Di rojên borî de berpirsên îdareya Trump ji bo ravekirina sedemên ketina nav vî şerî gelek civînên "girtî û vekirî" bi endamên Kongreyê re kirine, lê hewlên wan ên ji bo îqnakirina Demokratan bêencam mane.
Senatora Demokrat Jacky Rosen rexneyên tund li xerciyên vî şerî digire û dibêje:
"Rojane bi milyaran dolar tên xerckirin, di demekê de ku xelkê li eyaleta min (Nevada) nikarin kirêya xanî û xwarina xwe peyda bikin, ji ber ku ji ber vî şerî biha û bac bilind bûne."
Rosen tekezî li ser wê yekê dike ku divê serok erêkirina Kongreyê wergire û dibêje:
"Birêvebiriya Trump dibêje Îran gefeke yekser bû, lê di civînên girtî de ti belge nîşanî me nedan ku îsbat bike gefeke bi vî rengî hebûye."
Komarî çi dibêjin?
Her çend zexta Demokratan a li ser îdareya Trump ji bo paşvekişîna ji şer didome, li aliyê din ê Kongreyê, Komarî bi tevahî piştgiriya biryara Trump dikin.
Ew bawer dikin ku ev "şerekî rewa" ye û dibêjin Îran ji bo berjewendiyên Amerîkayê gefeke rasteqîn û yekser bû.
Niha Washington di navbera du eniyan de maye, îdareyeke ku li ser domandina şer bi israr e û eniyeke siyasî ya li Kongreyê ku hişyariyê li ser encamên neyînî yên vî şerî yên li ser ewlehî û aboriya Amerîkayê dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse