Alî Ertan Toprak: Der Spiegel propagandayeke li dijî Kurdan dike

11 xulek berê
Mey Dost
Alî Ertan Toprak / Wêne: Rûdaw
Alî Ertan Toprak / Wêne: Rûdaw
Nîşan Alî Ertan Toprak Der Spiegel Kurd Kezî Sûriye Almanya
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Siyasetmedar û endamên diyasporaya Kurdan a Almanyayê, li ber avahiya rojnameya Der Spiegelê kom bûn û li dijî gotareke rojnameyê ya derbarê şervaneke Kurd de nerazîbûn nîşan da.

Rojnameya Der Spiegelê ya Almanyayê bi sernavê "Çima keziyeke sexte bala cîhanê kişandiye" gotarek belav kir.

Gotar amaje bi wê vîdeoyê dike ku tê de çekdarekî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bêrêziyê li keziya şervaneke Kurd a şehîd dike.

Li gorî îdiaya rojnameyê, ew kezî "parçeyekî porê nerast (porê çêkirî)" bûye.

Ji ber vê yekê siyasetmedar û Diyasporaya Kurdan a li Almanyayê li ber avahiya Der Spiegelê kom bûn û xwenîşandanek saz kirin. Xwenîşanderan daxwaza ronîkirinê ji Der Spiegelê kir.

"Propagandaya li dijî Kurdan"

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak li cihê xwenîşandanê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev demeke rojname bi awayekî sîstematîk nûçeyên li dijî Kurdan belav dike.

Toprak tekez kir ku medyayeke wiha mezin divê cihê qurbanî û tawanbaran neguhere.

Rûdaw: Hûn îro çima xwenîşandanê dikin?

Alî Ertan Toprak: Belê, em dixwazin îro li dijî awayê ragihandina Der Spiegelê xwenîşandanê bikin. Ev du hefte ne Der Spiegel propagandayeke dijî Kurdan dike. Ev di nava du hefteyan de gotara duyem e ku tê de vegotina Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê tê belavkirin. Nêrîneke yekalî ye ku tê de cihê êrişkar û qurbaniyê tê guhertin. Em dixwazin îro li dijî vê yekê xwenîşandanê bikin.

Rûdaw: Bûyerên wekî vê di ragihandina Alman de van hefteyên borî dubare bûne?

Alî Ertan Toprak: Bi nêrîna me, di medyaya Almanyayê de bi awayekî yekser û sîstematîk vegotinên yekalî yên hikûmeta veguhêz tên belavkirin, da ku raya giştî ya Almanyayê li hember hikûmeta veguhêz bi awayekî erênî were arastekirin û bi awayekî baş were nîşandan.

Nêrîna Kurdan bi temamî tine ye. Perspektîfa Kurdan bi tevahî winda ye. Helbet em wekî civaka Kurd li dijî vê yekê radibin û îro li ber avahiya Der Spiegelê xwenîşandanê dikin.

Rûdaw: Peyama we ji bo rojnamegerên Alman çi ye?

Alî Ertan Toprak: Em îro ne li dijî azadiya çapemeniyê lê ji bo azadiya çapemeniyê xwenîşandanê dikin. Çapemenî di dewleteke serweriya yasayê de, di demokrasiyekê de, desthilata çaremîn e. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke wê ya mezin jî heye û erkê wê ew e ku rastiyê, hemû nêrîn û hemû aliyan ragihîne.

Di rûmala ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan de ev yek niha pêk nayê. Li vir Kurd qurbanî ne, ne sûcdar in. Kurdan di salên dawî de nirxên cîhana azad û cîhana şaristaniyê parastin û ev yek ji nişka ve hatiye jibîrkirin.

Berî deh salan jinên Kurd wekî leheng dihatin pîrozkirin û îro, ku jinên Kurd ji aliyê îslamîstan ve tên kuştin, cihê sûcdar û qurbaniyan tê guhertin û ev yek gelekî neheqî ye û em îro li dijî vê yekê radibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst