Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku bihabûna petrolê demkî ye.
Donald Trump di peyameke xwe ya li ser tora civakî Truth Socialê bersiv da dilgiraniyên li ser bihabûna petrolê.
Trump got, ev "baceke biçûk e" ku cîhan ji bo nehiştina gefên nukleer ên Îranê û dabînkirina ewlehiyê dide.
"Ev giranbûn demkî ye"
Trump diyar kir ku ev giranbûn demkî ye û di peyama xwe de wiha nivîsî:
"Bihayê petrolê dê di demeke kurt de û gava ku tunekirina gefa nukleer a Îranê bi dawî bibe, bi lez dakeve."
"Tenê ehmeq bi awayekî din difikirin"
Trump daxuyand ku bilindbûna bihayan niha pêwîstiyeke stratejîk e û got:
"Ev baceke gelekî biçûk e ku em ji bo ewlehî û aştiya Amerîka û cîhanê didin."
Serokê Amerîkayê bersiv da wan kesên ku rexneyan li siyaset û bandora şer a li ser bazara enerjiyê digirin.
Trump rexnegirên xwe bi van gotinan kirin armanc û got, "Tenê ehmeq bi awayekî din difikirin."
Bihayê petrolê 100 dolar derbas kir
Divê were gotin ku bihayê petrola brent gihîştiye ser 100 dolarî.
Her wiha rawestîna hinartina petrola Kendavê ya bi rêya Tengava Hurmizê, metirsiya krîzeke mezin a enerjiyê li seranserê cîhanê çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse