Graham: Rûxîna rejîma Îranê dê ji bo aştiyê bibe deriyek

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lindsey Graham Amerîka Îran Îsraîk Rûxîna Rejîmê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê diyar ê Komariyan Lindsey Graham ragihand ku pirsgirêka sereke ya herêmê rejîma niha ya Îranê ye.

Graham diyar kir, dema ku ew rejîm birûxe dê guherîneke dîrokî li Rojhilata Navîn rû bide.

Graham di hevpeyvîneke xwe ya bi qanala Fox Newsê re bal kişand ser wê yekê ku Îran 47 sal in dirûşma "Mirin ji bo Amerîkayê" bilind dike û destê wê bi xwîna Amerîkiyan sor e.

Wî tekez kir ku rûxîna vê rejîmê tenê hewceyî bi demê heye.

Graham li ser rûxîna rejîmê got, "Ev ne mijara 'eger'ê ye, mijara wê yekê ye ku dê 'kengî' rû bide."

"Deriyek ji bo aştiyê"

Li gorî baweriya wî senatorê Amerîkayî, rûxîna rejîma Tehranê dê bibe "deriyek ji bo aştiyê" û dê guherîna herî mezin a 2 hezar salên borî li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Ew guherîn jî dê naskirina Îsraîlê ya ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve û asayîbûna pêwendiyên her du welatan be.

Di dawiya axaftina xwe de, Lindsey Graham amaje bi rola Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got,

"Donald Trump ew zilam e ku dikare van hemûyan pêk bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst