Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê radigihîne ku ti plana hikûmeta wan a ji bo zêdekirina hejmara leşkerên xwe yên li Rojhilata Navîn nîne.
Di heman demê de Wezîrê Parastinê yê wî welatî tekez dike ku ew di şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê de cih nagirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, Berlin niha "ti planeke wê ya zêdekirina şiyanên leşkerî nîne" li derveyî wan erkên ku niha li herêmê bi cih tînin.
Berdevkê wezaretê amaje bi wê yekê kir ku niha nêzîkî 500 leşkerên wan li herêmê bi cih bûne û ew dê erkên xwe berdewam bikin.
"Almanya ne beşek ji şer e"
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, roja 4ê Adarê li Parlamentoya Almanyayê gotibû:
"Almanya ne beşek ji vî şerî ye; Artêşa Almanyayê di vê aloziya niha de cih nagire."
Berlinê berê, di nîvê meha Sibatê de, ji ber rewşa herêmê beşek ji karmend û leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê vekişandibû.
Artêşa Almanyayê ji 2015an ve wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê çalak e û parlamentoya wî welatî erkê artêşa xwe heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an dirêj kiriye.
Pêwendiyên leşkerî yên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de di dema şerê li dijî DAIŞê de gihîştibû asta herî bilind, dema ku Berlinê biryar da çekan bide Hêzên Pêşmergeyan.
Çekên cureyê "Mîlan" di têkbirina êrişên DAIŞê de roleke diyarker lîstibû û paşê Almanyayê li Hewlêrê baregeheke mezin a rahênana leşkerî vekiribû.
Berlin wekî hevkarekî sereke yê Hewlêrê di çarçoveya reformên Wezareta Pêşmerge de maye û tevî aloziyên şerê 2026an, dixwaze destkeftiyên ewlehiyê yên ku di deh salên dawî de li herêmê hatine bidestxistin, biparêze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse