Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be

4 demjimêr berê
RÛDAW
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth / Wêne: Arşîv
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth / Wêne: Arşîv
Nîşan Amerîka Pete Hegseth Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê li gorî planan bi rê ve diçin û ew nêzîkî bidawîbûna erkê xwe dibin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth tevlî bernameyeke kanala CBSyê ya welatê xwe bû.

Pete Hegseth pirsek derbarê daxuyaniyên Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê bersivand ku wî gotibû "Erk nêzîkî temambûnê ye."

Hegseth got, "Em bi temamî li ser rêya planên xwe ne. Ez çûme baregeha Fermandariya Navendî (CENTCOM) û ez dikarim bibêjim ku her tişt li gorî dema diyarkirî bi rê ve diçe."

Serdestiya leşkerî û hevkariya bi Îsraîlê re

Wezîrê Şer ê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku ev şer ji aliyê hevsengiya hêzê ve bi ti awayî ne wekhev e û got:

"Dema ku hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dibin yek, hêza asmanî ya herî bihêz a cîhanê pêk tînin.

Şiyana me ya ji bo armancgirtin û têkbirina navendên leşkerî bi cebilxaneyên giran ên wekî bombeyên 500, 1000 û 2000 poundî gelekî bilind e."

Hegseth diyar kir ku hîn qonaxa dijwar a operasyonan a bi van cebilxaneyên mezin bi temamî dest pê nekiriye.

Wî destnîşan kir ku dê di vê qonaxê de bandorên wêranker ên li ser hêza leşkerî ya Îranê zêdetir derkevin holê.

Şertê bidawîhatina şer: Teslîmbûna bêşert

Hegseth derbarê wê yekê de ku dê şer kengî û çawa biqede amaje bi stratejiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Hegseth ragihand ku tenê vebijêrka li pêşiya Tehranê teslîmbûna bêşert e.

Wezîrê Şer got, "Wateya teslîmbûna bêşert ew e ku em dê şertan diyar bikin.

Dê demek bê ku dê ji xeynî têkçûna leşkerî û bêbandorbûnê ti vebijêrkên wan nemînin."

Hegseth da zanîn ku awayê ragihandina vê serkeftinê û şertên wê tenê ji aliyê Trump ve tên diyarkirin, çi aliyê beramber qebûl bike, çi neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst