Hewlêr (Rûdaw) 3 hefte ne li Holendayê hikûmeteke nû bi serokwezîriya (Rob Jetten) dest bi kar kiriye. Ev hemdem e li gel destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê.
Kabîneya nû ya serokwezîrê herî ciwan ê dîroka Holendayê bi eşkere li ser rewşa herêmê got:
"Aştiyeke demdirêj li Rojhilata Navîn pêk nayê eger parastina serwerî û asayîşa wan komên herêmî bê paşguhxistin ku girîngtirîn hevpeymanên me bûne.”
Mebesta Serokwezîr Jetten ji wan hevpeymanan "Pêşmerge û şervan" in ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên welatên rojavayî bûn.
Ev ne cara yekem e ew siyasetmedarê ciwan piştgiriya Kurdistanê dike. Berê jî wekî parlamenter û wezîr di kabîneyên berê de bi piştgiriya Kurdistanê dihat naskirin.
Sala 2019an, di hevpeyvînekê de li gel kanala yek a televîzyona dewletê ya Holendayê Jetten got: "Kurdan di salên borî de li Sûriyeyê şerekî yekcar dijwar li dijî DAIŞê kir. Wan rola sereke di têkbirina wê xîlafetê de lîst."
Wê salê dema Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, wî siyasetmedarê ciwan dengê xwe bilind kir û rexne li Ewropayê girt bi wê yekê ku "êrişan bi eşkere şermezar nakin.”
Her wiha berdewam rexne li wê yekê girtiye ku "Ewropî û Amerîkî siyaseteke hevpar û stratejiyeke hevpar a wan ji bo parastina her timî ya Kurdan li Rojhilata Navîn nîne.”
Piştî ku di van demên dawî de li Ewropa û Amerîkayê rexne li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin girtin ku rê daye zindaniyên DAIŞê ji kampan birevin, Rob Jetten got:
"Me tiştek nekir ji bo ku wan çekdarên Kurdan girtibûn "bibin cihê guncaw ji bo dadgehkirina wan”
Serokwezîrê herî ciwan ê Yekîtiya Ewropayê kî ye?
Niha Rob Jetten ne tenê serokwezîrê herî ciwan ê dîroka Holendayê ye ku di 38 saliya xwe de ew post wergirtibe, belkî serokwezîrê herî ciwan ê nava her 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî ye.
Wekî wî bi xwe salên borî behs kiriye, daxwaza Jetten ew nebû rojekê ji rojan bê nava siyasetê.
Belkî wî dixwest bibe werzişvanekî serkeftî û beşdariyê di pêşbirkên cîhanî de bike.
Di bezîn û bazdanê de jî jêhatî bû û rahênerên wî hêviyeke mezin pê hebû.
Paşê ji ber kêşeyeke dil û danîna amûreke piştgiriyê ji bo dilê wî ku hertim bi wî re dimîne, dev ji xewna werzişvaniyê berda.
Rob Jetten zanista hikûmdariyê li zanîngeha navdar a (Radboud) li bajarê Nijmegenê li Holendayê temam kiriye.
Ew zanîngeh bi wê yekê navdar e çend serokwezîrên Holendayê derçûyên wê ne.
Pisporên dîroka hikûmdariyê dibêjin Jetten ne tenê serokwezîrê herî ciwan e, belkî yek ji wan siyasiyên kêmpeyda ye jî ku bi jêhatiya xwe bi lezeke zêde bi pêlikên desthilatê de hilkişiyaye.
Sala 2017an Jetten dibe endamê parlamentoya Holendayê.
Sal û nîvekê pişt re û di 31 saliya xwe de dibe serokê fraksiyona partiya xwe (Demokratên 66).
Ew qasî pêdagir bûye li ser karkirin û xwewestandinê ji bo wan armancên ku bawerî bi wan hebûye ku hevrikên wî yên siyasî li şûna Rob Jetten jê re gotine (Robot Jetten).
Girîngtirîn wan mijarên Rob Jetten di jiyana xwe ya siyasî de kar li ser wan kiriye û hewl ji bo wan daye, guherîna jîngehê û zêdetir bihêzkirina Yekîtiya Ewropayê û wekheviya zayendî û mafên medenî yên din bûye.
Ew sê sal beriya niha, wate sala 2023yan, bû serokê partiya xwe û bi gotina xwe ya navdar "Dem e nifşekî nû bê pêş" zêdetir bala Holendiyan kişand ser xwe, ew jî bi wê yekê ku venaşart ku ew dixwaze di paşerojê de bibe serokwezîrê Holendayê lê hevrikên wî yên rastrew ên tundrew ji wî bihêztir bûn û partiya Rob Jetten bi serokatiya wî 15 kursiyên parlamentoyê ji dest dan.
Du sal pişt re, wate sala 2025an, hilbijartinên pêşwext li Holendayê hatin kirin û Jetten bi wê derketina bihêz a di propagandayê de hebû wisa kir partiya wî hilbijartinan bibe.
Her çend partiya (Demokratên 66) partiyeke kevn a Holendayê ye û di gelek kabîneyên hikûmetên berê de wezîrên wê hebûne lê ev cara yekem e dibe serokwezîr.
Rob Jetten hevzayend e
Di warê civakî de jî Rob Jetten cihê nîqaşê ye. Çimkî yekemîn serokwezîrê dîroka Holendayê ye ku bi eşkere ragihandiye ew hevzayend e û dê bi lîstikvanê hokiyê yê Arjentînî Nicolas Keenan re hevsertiyê bike.
Derbarê Mark Rutte yê serokwezîrê berê yê Holendayê û sekreterê giştî yê niha yê NATOyê jî gotegotên zêde di nava xelkê Holendayê û medyaya wî welatî de hebûn ku ew jî hevzayend e. Sedema wê jî ew bû ku her tim ezeb bû û qet bi jinekê re nehate dîtin lê Rutte di dirêjahiya 14 salên temenê serokwezîriya xwe de red kir li ser jiyana xwe ya taybet û ew yek ku hevzayend e yan na ti zanyariyekê eşkere bike. Lewma jî niha di medyaya wî welatî de tê gotin Rob Jetten yekem serokwezîr e ku "bi eşkere hevzayend e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse