Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump wisa difikire ku şerê Îranê heta radeyeke zêde bi dawî bûye û hêzên leşkerî yên wî welatî hatine têkbirin.
Trump her wiha eşkere kir ku Amerîka ji dema ku ji bo şer hatibû diyarkirin, gelek li pêştir e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî ya li gel nûçegihana CBS Newsê Weijia Jiangê de got, "Ez wisa difikirim ku şer heta radeyeke zêde xelas bûye.
Ne hêza wan a deryayî, ne sîstema wan a pêwendiyê, ne jî hêza wan a hewayî maye.”
Serokê Amerîkayê her wiha ragihand ku Amerîka ji wê texmîna destpêkê ku "dê şer di nav çar-pênc hefteyan de biqede", gelek zûtir pêş ketiye.
Piştî van şîroveyên Trump, pişkên borsaya Amerîkayê (Dow Jones û S&P 500) bilind bûn.
28ê Sibatê, Îsraîl û Amerîkayê êrişî Îranê kirin û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da. Di bersivê de Îranê hejmarek mûşek û dron arasteyî welatên Kendavê kirin.
Derbarê destnîşankirina Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî de, Serokê Amerîkayê got:
"Bêguman, ti peyameke min ji bo wî nîne." Trump eşkere kir ku kesek di hişê wî de heye ku şûna Xamineyî bigire lê ti hûrgilî li ser vê mijarê nedan.
Li gorî nûçeyan, Koşka Spî red kiriye li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide lê belê tê gotin ku eger Rêberê nû yê Îranê daxwazên Amerîkayê bin pê bike, Trump dê piştgiriyê bide kuştina wî.
Berê jî Serokê Amerîkayê bi awayekî giştî destnîşankirina Mucteba Xamineyî wekî "şaşiyeke mezin" bi nav kiribû.
Berê sibeha roja duşemê, medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê, Mucteba Xamineyî wekî Rêberê nû yê welêt destnîşan kiriye.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump ragihand ku wî "planek heye" ji bo çareserkirina bilindbûna bihayê petrolê ku ji ber şerê Îranê çêbûye.
Trump derbarê Tengava Hurmizê de da zanîn ku niha keştî li wê derê hatûçûnê dikin lê ew "difikire ku dest deyne ser tengavê.”
Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da Tehranê û got, "Wan çi ji bo teqandinê hebûye, teqandine. Baştir e ku hewla tiştekî 'ecêb' nedin, heger na ev dê bibe dawiya vî welatî."
Ji roja duyem a şer ve jî Îranê Tengava Hurmizê daxistiye û gefa êrişkirina ser her keştiyekê xwariye ku di tengavê re derbas bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse