Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya xwe ji bo agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ragihand û tekezî kir ku ji bo ew agirbest pêbawer û mayînde be, divê Libnanê jî li xwe bigire.
Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê ragihand ku ew bi rêya telefonê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump axiviye.
Serokkomarê Fransayê hêvî kir ku hemû alî rêzê li agirbestê bigirin û got:
"Pêbendbûna bi agirbestê li Libnanê jî mercê pêwîst e da ku ev agirbest pêbawer û demdirêj be."
Macron amaje bi wê yekê kir ku biryara her du aliyan a ji bo qebûlkirina agirbestê "biryara herî baş a guncav bûye."
Serokkomarê Fransayê diyar kir ku divê ev pêngav rê li ber dan û standineke berfireh xweş bike ku ewlehiya hemû aliyan li Rojhilata Navîn biparêze.
Bernameya nukleerê ya Îranê
Macron di beşeke din a axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku divê her peymana dahatûyê bersiva dilgiraniyên derbarê bernameya nukleerê û balîstîk a Îranê, siyaseta herêmê ya Tehranê û rêgirtina li keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê bide.
Serokkomarê Fransayê ragihand, welatê wî amade ye ku rola xwe di avakirina aştiyeke saxlem de bilîze û ji bo vê armancê jî bi serkirdeyên Qeter, Îmarat, Libnan û Îraqê re gotûbêj kiriye.
Her çiqas Washington û Tehran bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbesteke du hefteyî peyman kiribin jî, Îsraîl red dike ku şerê li Libnanê rawestîne û Îranê jî vekirina Tengava Hurmizê bi tevlîbûna Libnanê ya di agirbestê de girê daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse