WSJ: Amerîka dê hinek welatên NATOyê ceza bike

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka NATO Cezakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya The Wall Street Journalê ragihand ku birêvebiriya Amerîkayê li ser planekê dixebite da ku hinek welatên NATOyê "ceza" bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump difikire ku van welatan di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de "alîkariya wan nekiriye."

Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê ya Amerîkayî, hinek rayedarên Amerîkayê yên ku navê wan nehatiye eşkerekirin îdia kir ku Koşka Spî planekê dinirxîne.

Koşka Spî dixwaze bi vê planê wan welatên NATOyê "ceza bike" ku piştgiriya şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re nakin.

Rayedaran îdia kir ku li gorî planê dê leşkerên Amerîkayê ji wan welatên NATOyê yên ku "di şer de alîkariyê nakin" werin vekişandin.

Her wiha dê ev leşker li wan welatan werin bicihkirin ku piştgiriyê didin Amerîkayê.

Dibe ku baregeha Amerîkayê ya li Spanyayê were girtin

Rayedaran eşkere kir ku ev plan di nav rayedarên bilind ên birêvebiriyê de piştgiriyê dibîne.

Wan da zanîn ku plan hîn di qonaxa pêşnûmeyê de ye û yek ji vebijêrkan e ku Koşka Spî bi armanca "cezakirina NATOyê" dinirxîne.

Li gorî îdiayê, hîn diyar nîne dê leşker ji kîjan welatan werin vekişandin.

Lê du rayedarên Amerîkayê yên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku dibe di nav planê de girtina baregeheke Amerîkayê hebe.

Hat ragihandin ku ev baregeh dê herî kêm li yek ji welatên Ewropayê were girtin ku "îhtîmal e Spanya yan Almanya be".

Rayedaran her wiha diyar kir ku di nav welatên "piştgir" de yên ku dikarin ji vê rewşê sûdê wergirin Polonya, Romanya, Lîtvanya û Yunanistan hene.

Dema ku li ser van îdiayan ji Koşka Spî daxuyanî hat xwestin, rayedaran bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de li ser vê mijarê rexne li welatên NATOyê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst