Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku "divê êrişên li Libnanê kêm bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji NBC Newsê ya Amerîkî re hevpeyvîneke kurt a bi telefonê kir.
Donald Trump di hevpeyvînê de peymana agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de û êrişên Îsraîlê yên li Libnanê nirxandin.
Serokê Amerîkayê amaje bi pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Benjamin Netanyahu re kir û got:
"Ez bi Bibî re axivîm û ew jî dê vê mijarê hinekî din aram bike.
Bi dîtina min divê em hinekî aramtir tevbigerin."
Trump destnîşan kir ku ji bo peymana agirbestê kêmkirina aloziya li herêmê girîng e û da zanîn ku Îsraîlê ji îro ve êrişên xwe yên li Libnanê "kêm kirine."
Trump li ser agirbestê geşbîn e
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku ew li ser peymana agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de "gelekî geşbîn e" û bawer dike ku ev peyman dê were bicihanîn.
Trump li ser helwesta serkirdeyên Îranî jî wiha axivî:
"Serkirdeyên Îranî di civînan de li gorî ya ku ji medyayê re dikin, gelekî cuda diaxivin.
Ew gelekî maqûltir tevdigerin. Bi her tiştê ku divê qebûl bikin re razî dibin.
Ji bîr nekin, di vê demê de hêza wan a leşkerî nîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse