Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka ji bo mazûvaniya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an amadehiyan dike ku dê 11ê Hezîranê dest pê bike.
Di vê demê de nûçeya Hantavîrusê ya ji eyaleta New Jerseyê rayedarên tenduristiyê xistin nava liv û tevgerê.
Beşa Tenduristiyê ya New Jerseyê eşkere kir ku du kes hatine çavdêrîkirin ku tê texmînkirin wan bi rêwiyên keştiya MV Hondiusê re temas kiriye.
Ev keştî li Atlantîka Başûr digere û vîruseke kujer bi xwe re hildigire.
Hat diyarkirin ku her du şêniyên New Jerseyê yên di bin çavdêriyê de ne, dibe ku di dema geştên xwe yên derveyî welêt de bi rêwiyên keştiya MV Hondiusê re temas kiribe ku ev keştî navenda şewba Hantavîrusê ye.
Di keştiya ku 20ê Adarê ji Arjantînê bi rê ketibû de, heta niha 3 kes ji ber vîrusê mirine.
Tîmên tenduristiyê li pey şopa 23 rêwiyan in ku di navbera 22-26ê Nîsanê de ji keştiyê veqetiyane û li seranserî cîhanê belav bûne.
Tê texmînkirin, dibe ku ev her du kesên li New Jerseyê jî parçeyeke vê zincîrê bin û ev yek rayedaran dilgiran dike.
Beşa Tenduristiyê ya New Jerseyê di daxuyaniya xwe ya fermî de destnîşan kir ku heta niha ti nîşaneyên nexweşiyê li ser wan kesên di bin çavdêriyê de ne nehatine dîtin.
Rayedaran anî ziman ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin lê niha ji bo tenduristiya gel metirsiyeke mezin nîne û anî ziman:
"Niha ji bo xelkê New Jerseyê rîsk di asteke kêm de ye.
Nîşaneyên Hantavîrusê bi gelemperî di navbera 4 û 42 rojan de derdikevin holê.
Îhtimala ku kesên bê nîşane vîrusê veguhêzin kesên din gelekî kêm e."
CDCyê asta 3yemîn a metirsiyê ragihand
Navendên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Amerîkayê (CDC) piştî vê bipêşketinê rewş wekî "Metirsiya Asta 3yemîn" pênase kir.
Her çend ev ast kategoriya herî nizm a rewşa bilez a CDCyê be jî, tê wê wateyê ku tîmeke pispor ji bo şopandina rewşê û amadehiya destwerdana li hemberî belavbûneke îhtimalî hatiye peywirdarkirin.
Hantavîrus bi taybetî bi bandora xwe ya giran a li ser pişikan tê naskirin.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku di hinek varyantên nexweşiyê de rêjeya mirinê di navbera ji sedî 10 û ji sedî 40î de diguhere.
Nexweşên ku vê pêvajoya bi nîşaneyên giran ên grîpê dest pê dike derbas dikin, vê tecrubeya xwe wekî "şkenceyeke fîzîkî" pênase dikin.
Li New Jerseyê ku ji bo Kupaya Cîhanê amadehiya mazûvaniya bi sed hezaran geştyaran dike, xebatên şopandin û pişkinînê yên tîmên tenduristiyê bi hûrgilî didomin.
Piraniya maçan dê li Amerîkayê werin lîstin
Piraniya maçên Kupaya Cîhanê ya 2026an dê li Amerîkayê werin lîstin û 11 bajarên Amerîkayê dê mazûvaniya maçan bikin.
Maç dê li bajarên Los Angeles, Miami, Atlanta, Seattle, Houston, Philadelphia, Kansas City, Boston, Dallas, Herêma Kendavê ya San Franciscoyê û herêma metropolê ya New Yorkê werin lîstin.
New Jersey jî dê 19ê Tîrmehê roja şemiyê mazûvaniya fînala Kupaya Cîhanê bike.
Maça fînalê dê li Stadyuma MetLifeyê bê lîstin ku ev stadyum mala tîmên New York Giants û New York Jetsê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse