Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ji bo rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî hatiye îlankirin.
Ev rêkeftina ku li ser daxwaza rasterast a Trump pêk hatiye, pevguhertina 2 hezar girtiyên her du aliyan jî li xwe digire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hêvîdar e ku ev agirbest bibe destpêkek ji bo bidawîhatina şer.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Ez kêfxweş im ku radigihînim, dê di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbesteke 3 rojî (9, 10 û 11ê Gulanê) hebe."
Ev agirbest hevdem e li gel "Roja Serkeftinê" (9ê Gulanê) ku salvegera serkeftina Rûsyayê ya li ser Naziyan e.
Trump destnîşan kir ku ev roj ji bo her du welatan jî girîng e, ji ber ku Ukraynya jî faktoreke sereke ya wê serkeftinê bû.
Serokê Amerîkayê spasiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy kir ku daxwaza wî qebûl kiriye û anî ziman:
"Bi hêviya ku ev bibe destpêkek ji bo bidawîhatina vî şerê pir dûvdirêj, kujer û zehmet."
Beşeke sereke ya rêkeftinê, pevguhertina hezar girtiyên her welatekî ye ku bi giştî dike 2 hezar girtî.
Trump diyar kir ku guftûgoyên ji bo bidawîanîna şerê herî mezin ê Ewropayê yê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem berdewam dikin û got, "Em roj bi roj nêzîktirî wê dibin."
Şerê di kêliyên dawî yên beriya agirbestê de
Tevî ragihandina agirbestê jî, roja înê beriya destpêkirina dema rawestandina şer, her du aliyan êrişên tund birin ser hev.
Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê bi 67 dronan êriş kiriye û li hemberî vê, Rûsyayê jî eşkere kir ku wan zêdetirî 400 dronên Ukraynayê xistine ku 100î ji wan xwestiye Moskowê bikin armanc.
Beriya niha Ukrayna bi guman nêzîkî agirbestên yekalî yên Rûsyayê dibû û ew wekî "propagandayê" pênase dikirin lê belê vê carê ji ber destwerdana rasterast a Trump, her du aliyan jî razîbûna xwe nîşan da.
Ev bipêşketina dîplomatîk di demekê de ye ku di 4 salên borî de bi sed hezaran leşker û sivîl di vî şerî de hatine kuştin.
Hewldanên Trump ên ji bo bidawîhatina şer di demekê de ne ku şerê Îranê jî bala cîhanê kişandiye ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse