Solîn Doskî: Ez piştrast im ku Nêçîrvan Barzanî dê Kurdistanê xweş bike

09-06-2019
RÛDAW
Solîn Doskî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Solîn Doskî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Solîn Doskî
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Şaciwana Kurd Solîn Doskî ku li Hollandayê di pêşbirka şaciwaniya 2019an de wekî seyemîn hatiye hilbijartin got ew piştrast e Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bikare Kurdistanê xweş bike û dê wiha bike ku Kurdên li derveyê welat dijîn hemû dîsa vegerin Kurdistanê.

 

Solîn Doskî bi rêya Rûdawê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û got ew kesayetekî gelek hêja ye.

 

Solîn Doskî dibêje: “Birêz Nêçîrvan Barzanî mirovekî hêja ye. Ez piştrast im ku dê bikare Kurdistanê xweş bike û serbixe. Ez gelek dixwazim ew dewleta me xweş bike ki bigihêje asta Dubai û welatên Ewropa. Bila sistema Ewropî li Kurdistanê bicih bike daku em Kurdên li Ewropayê dijîn hemû vegerin Kurdistanê. Baweriya min bi wî heye dê Kurdistanê gelek xweş bike.”

 

Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulana 2019an bi piraniya dengên parlamenteran, weke Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û biryar e sibe 10ê Hezîrana 2019an bi merasîmekê sonda yasayî bixwîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst