Navenda Nûçeyan - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gafa bikaranîna çekên atomî di şerê li dijî DAIŞê de kir. Putin bo wê pêngavê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu erkdar kir, ku derbarê bikaraîna çekên nû yên Artêşa Rûsyayê de lêkolîn û analîzên berfireh werin encamdan.
Li gor çavkaniyên medyayî yên Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin duh sêşemiyê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu re civiyaye û derbarê şerê li dijî DAIŞê, operasyonên Rûsya yên li dijî DAIŞê li Sûriyê û herwiha rewşa dawî ya şer de agahî lê xwastiye.
Vladimir Putin di wê civînê de Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu erkdar kiriye, ku derbarê bandora wan çekên ku Artêşa Rûsyayê li dijî DAIŞê li Sûriyê bi kar tîne û herwiha bo analîzkirina rewşa dawî lêkolînên berfireh werin kirin.
Putin di civînê de behsa bikarbirina çekên atomî di şerê li dijî DAIŞê de kir û ji Shoygu re got:
Putin da xuaykirin, ku pêwîste Rûsya bo her egerekê xwe amade bike û got: “Pêwîst e em her tiştê cihê şer û pevşûnê bizanibin û analîz bikin. Ew mûşekên me, nû û bi bandor in û êdî em baş dizanin ew çek bi serên atomî jî dikarin werin arastekirin.”
Putin bi gotina ku di têkoşîna li dijî terorîzmê de hewce bi bikarbirina çekên atomî nake, destnîşan kir: “Ez hêvî dikim hewce nebe ku li dijî DAIŞê çekên atomî were bikaranîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse