Di êrişeke DAIŞê de 4 çekdarên Liwaya El-Qudsê hatin kuştin

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Sûriye Lîwaya El-Quds
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê di êrişeke çekdarên DAIŞê de 4 çekdarên Lîwaya El-Qudsê ya ser bi Îranê ve hatin kuştin

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên DAIŞê îro li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê êrişî binkeya Lîwaya El-Qudsê ya ku Îran piştgiriya wê dike kiriye.

Di êrişê de 4 çekdarên Lîwaya El-Qudsê hatin kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê li bajarên Tedmur û Suxneyê jî êrişî grûpên Lîwaya El-Quds a Filistînî û grûpa Fatimiyûn a Efxanî yên ser bi îranê ve kirine.

Di wan êrişan de gelek çekdar birîndar bûne  

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka 2023yan ve heta niha, li biyabanên Srûriyeyê 521 kes di operasyonên leşkerî de hatine kuştin.

31 ji wan ji çekdarên DAIŞê bûne, 326 kes ji hêzên hikûmeta Sûriyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê bûne.

Herwiha di wan operasyonan de 164 welatiyên sivîl jî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst