Navê Alan Kurdî li keştiyekî Almanî hat kirin

10-02-2019
RÛDAW
Dîmenên cenazeyê Alan Kurdî li serasnerê cîhanê deng vedabû
Dîmenên cenazeyê Alan Kurdî li serasnerê cîhanê deng vedabû
Nîşan Alan Kurdî Koçber Rojavayê Kurdistanê Almanya Keştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi merasîmeke fermî li grava Mayorka navê Alan Kurdî li keştiyeke Almanî hat kirin ku taybete bi rizgarkirina koçberan ji nav deryayê.

 

Rêxistina Çavê Deryayê ya Almanya ku karê wê, rizgarkirina xelkê ji deryayê ye, ragihand ku îro navê Alan Kurdî li keştiyeke rizgarkirina koçberan ya Almanî kirin, û armanca wan ew e ku balê bikşînin ser sedan kesên ku rojane di deryayê de dixeniqin.

 

Rêxistina Çavê Deryayê, rêxistineke Almanî ye û heta 14 hezar kes ji nav deryayê rizgar kirine, ji aliyê jin û zilameke ve hatiye avakirin.


Dîmenên cenazeyê Alan Kurdî li serasnerê cîhanê deng vedabû

 

Bav û meta Alan Kurdî jî beşdarî merasîmê bûn. Bavê Alan, Ebdul Kurdî ragihand, ew kêfxweşin ku navê kurê wî li keştiya Almanî tê kirin û got, divê ti carî dîmenê cenazeyê Alan Kurdî li peravê neyê ji bîr kirin û êşa wan ji aliyê gelek kesan ve hate parvekirin ku wan jî kesûkarên xwe di deryayê de ji dest dabûn.

 

Herwiha Serokê Şaredariya Mayorka û Wezîra Karûbarê Civakî ya Herêma Baleyaris ya Spanya jî beşdar bûn.

 

Di Îlona sala 2015an de Alan Kurdî ligel dayik û biryarek xwe di dema ku xwestin biçin Ewropayê xeniqî û cenazeyê wî li peravên Bodrûmê li serasnerê cîhanê deng veda.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst