ALMANYA - Namzedê Kurd: Pêwîstiya Kurdan bi nûnertiyê heye

13-09-2025
RÛDAW
Dilşad Îbrahîm bû mêvanê Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Dilşad Îbrahîm bû mêvanê Nalîn Hesenê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Murat Karayilan PKK Kurd Kurdî Abdullah Ocalan Dilşad Îbrahîm Almanya Hilbijartinên Şaredariyan Duisburg Integrationsrat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Kurd Dilşad Îbrahîm ji bo hilbijartinên şaredariyê yên li bajarê Duisburgê yê eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê bangî diyasporaya Kurdan kir ku biçin ser sindoqê û got, "Pêwîstiya Kurdan bi nûnertiyê heye."

Dilşad Îbrahîm her wiha got ku pirsgirêka Kurdan a li wî bajarî pirsgirêka ziman û peydakirina cih e ji bo zarokan.

14ê Îlone li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ji bo 104 meclisên întegrasyonê yên biyaniyan (Integrationsrat) hilbijartin tên lidarxistin.

Niştecihên Kurd ên vê eyaletê çavê xwe berdidin wê yekê ku cihê xwe di nava van meclisan de bigirin.

Dilşad Îbrahîm ku li bajarê Duisburgê namzedekî Kurd e, beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser armanc, plan û projeyên xwe pirsên Nalîn Hesenê berisvandin.

Dilşad Îbrahîm li armacên xwe got, "Ez dixwazim bibim alîkarê wan ciwan û xortên Kurd ên ku li vir rûbirûyî zehmetiyan dibin."

Dilşad Îbrahîm xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û ev 30 sal in li Almanyayê dijî.

Ew yekane namzedê Kurd e li wî bajarî û pîşeya wî wergêrî ye.

"Zarok û xortên me li vir winda dibin"

Namzedê Kurd Îbrahîm behsa pirsgirêkên li pêşiya diyasporaya Kurdan ên wî bajarî kir û got:

"Zarok û xortên me li vir winda dibin, ji ber vê yekê min got divê ez ji bo wan kar bikim."

Li gorî amarên nîv-fermî, li Almanyayê zêdetirî milyonek û pêncsed hezar Kurdistanî dijîn. Beşê herî mezin ê wan li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ne.

Dilşad Îbrahîm amaje bi wê yekê kir ku biryara wî ya namzediyê plankirî nebûye, lê piştî ku hest kiriye pêwîstiya civaka Kurdî bi nûnertiyê heye, wî ev gav avêtiye.

Astengiyên li ber Kurdan

Ew tekez dike ku pirsgirêkên sereke yên Kurdan li wî bajarî astengiya ziman, zehmetiya peydakirina cih ji bo zarokan di baxçeyan de, û her wiha kar û barên îdarî li fermanên kar û barên biyaniyan in.

Derbarê bernameya xwe ya kar de, Îbrahîm got, "Plana min ew e ku em navendên çandî û civakî vekin.

Ez dixwazim ji bo alîkariya ciwanan û kesên temen mezin ên Kurd kar bikim."

Li gorî amaran, nêzîkî 10 hezar welatiyên Sûriyeyî li bajarê Duisburgê dijîn, lê ti amareke fermî derbarê hejmara Kurdan de ne berdest e.

Civaka herî mezin a biyanî ya li wî bajarî Tirk in, lê ev namzedê Kurd dibêje ku ji bilî piştgiriya sereke ya Kurdan, ji aliyê Erebên Sûriyeyê û hevalên wî yên Tirk ve jî piştgirî lê tê kirin.

"Dengê xwe bidin namzedên Kurd"

Dilşad Îbrahîm bangî hemû Kurdên li Almanyayê kir û got:

"Banga min ji bo her Kurdperwerî ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzedên Kurd.

Divê em piştgiriya hev bikin, ji ber ku carinan serkeftin tenê bi yek dengekî pêk tê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst