Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa û beşek ji hevpeymanên wê yên Ewropî amadekariyan dikin ji bo pêkanîna hêzeke "parastinê" da ku Tengava Hurmizê ya stratejîk vekin.
Macron her wiha wî hişyarî da ku tenê bi bombebaranan serkirdayetiya Îranê nayê guhertin.
Serokkomarê Fransayê bi helîkopterê li ser keştiya firokehilgir a Charles de Gaulleê danî.
Ev keştî piştî ku êrişên 28ê Sibatê yên Amerîkayê û Îsraîlê yên li ser Îranê bûn sedema derketina şer û navçe xistin nava aloziyê, şandibûn Deryaya Spî.
Parastina keştiyên bazirganî û petrolê
Macron di serdana xwe ya Qibrisê de ragihand ku armanca erka wan a li Hurmizê, dê parastin û hevaltiya keştiyên bazirganî û petrolhilgir be.
Ew dixwazin gav bi gav tengavê vekin û Macron li ser vê mijarê got:
"Ev yek dê piştî bidawîhatina qonaxa herî germ a şer û pevçûnan çêbibe."
Serokê Fransayê destnîşan kir, "Ev yek ji bo bazirganiya navneteweyî gelekî pêwîst e.
Her wiha ji bo herikîna gaz û petrolê jî pêwîst e ku divê careke din karibin ji vê herêmê (Kendavê) derkevin."
Macron di konferanseke rojnamegeriyê ya li gel Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis de, amaje pê kir ku welatên Ewropî û yên derveyî Ewropayê beşdarî vê erkê dibin.
Macron got ev erk "bi temamî ji bo parastin û piştgiriyê ye."
Serdana Macron a Qibrisê piştî wê yekê hat ku hefteya borî ew welatê ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye bi dronên Îranê hatibû armancgirtin.
Serokê Fransayê got, "Dema ku êrişî Qibrisê tê kirin, ev tê wateya ku êrişî Ewropayê hatiye kirin."
Ji ber wê êrişê, Fransayê keştiya firokehilgir a Charles de Gaulleê û yekîneyên parastina asmanî şandin Qibrisê.
Parîs tekez dike ku hebûna hêzên wê yên li herêmê "tenê ji bo parastinê ye."
‘Tenê bi bombebaranan guherîn çênabe’
Di êrişên destpêkê yên Amerîkayê û Îsraîlê de Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî hat kuştin. Roja duşemê jî kurê wî Mucteba Xaminêyî wekî şûngirê wî hat diyarkirin.
Li ser keştiya Charles de Gaulleê, Macron ragihand ku dema şer û pevçûnan girêdayî armancên Amerîkayê û Îsraîlê ye.
Lê wî hişyarî da ku guherîna "mezin" a di serkirdayetiya Îranê de "tenê bi rêya bombebaranên Amerîkayê û Îsraîlê çênabe."
Macron her wiha got, "Em xwe ji bo manê amade dikin, çimkî ev şer di vê qonaxa dijwar de dibe ku çend rojan û dibe ku çend hefteyan biajo."
Di heman demê de Koşka Elyseeyê ragihand ku her roja duşemê Serokkomarê Fransayê li ser rewşa Rojhilata Navîn û Libnanê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi rêya telefonê axiviye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse