Trump hişyarî da Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Tengava Hurmizê Mayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Îranê li Tengava Hurmizê mayîn danibin, divê "demildest" werin rakirin.

Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

"Raporeke me li ser danîna mayînan nîne lê eger Îranê li Tengava Hurmizê mayîn danibin em dixwazin demildest werin rakirin."

"Encamên leşkerî dê li asteke nedîtî bin"

Trump gef li îranê xwar û got::

"Eger ji ber her sedemekê mayîn hatibin danîn û demildest neyên rakirin, dê ji bo Îranê encamên leşkerî li asteke wiha bin ku berê qet nehatiye dîtin.

Li aliyê din, eger ew tiştên ku danîne rakin, ev dê bibe gaveke mezin a ku di rêya rast de hatiye avêtin."

Êrişên Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi êrişa leşkerî kiribû.

Îranê jî wekî bersivdanê êrişî hinek armancan kiribû.

Van armancan ji bilî Îsraîlê, çend welatên herêmê yên wekî Qeter, Îmarat û Behreyn ku baregehên Amerîkayê lê hene, li xwe girtibûn.

Di êrişên Amerîka-Îsraîlê de, ji bilî Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek berpirsên payebilind hatibûn kuştin.

Li gorî berpirsên Îranê, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hezar û 332 kesan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst