Ji bo paşeroja şer 5 senaryo: Trump dê çawa şerê li Îranê xilas bike?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji dema ku îdareya Donald Trump û Îsraîlê aloziyên xwe yên bi Tehranê re gihandine qonaxa rûbirûbûna leşkerî, cîhan li bendê ye ka ev "şerê mezin" dê kengî û çawa bi dawî bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi geşbînî behsa wê yekê dike ku dê şer "gelekî zû" biqedin.

Lê şîrovekarên siyasî û pisporên stratejîk ên li Washington û Londonê amaje bi çend senaryoyên aloz dikin ku dibe ku şer ber bi aliyeke nepêşbînîkirî ve bibe.

Andrew England û Abigail Hauslohner di raporeke şîroveyî de bal kêşandine ser 5 senaryoyên sereke yên ji bo bipêşveçûna vî şerî û ew astengiyên li pêşiya armancên ragihandî yên Trump hene.

1. Îdiaya serkeftinê bêyî peymanê

Yek ji îhtimalên herî bihêz ew e ku Trump, bêyî ku guh bide wê yekê bê ka gihîştiye armancên xwe yên leşkerî yan na, îdiaya serkeftinê bike.

Trumpê ku di bin guvaşa bilindbûna bihayê enerjiyê û lêçûna şer de ye, dibe ku bixwaze bi lez vê dosyayê bigire.

Lêkolînerê Bilind ê Enstîtuya Hudsonê Michael Doran, di wê baweriyê de ye ku Îranê stratejiyeke yekgirtî heye ji bo bilindkirina lêçûna şer bi rêya lêdana hevpeymanên Amerîkayê.

Vê yekê jî kiriye ku Trump di bin guvaşeke navxweyî ya rasteqîn de be ji bo bidawîanîna şer.

Di vê senaryoyê de, Trump dikare bibêje "Me Îran lawaz kir" û operasyonê rawestîne.

2. Senaryoya 'Venezuela' û guhertina serkirdayetiyê

Trump modela Venezuelayê wekî mînakekê ji bo guhertina serkirdayetiyê li Îranê nîşan da.

Lê ferq li vir gelek in.

Li Karakasê operasyon demkurt bû lê li Îranê şer ketiye hefteya duyemîn û zererên canî yên Amerîkî çêbûne.

Ji bilî wê, Tehranê bi destnîşankirina Mucteba Xaminêyî wekî cihgirê bavê xwe, peyameke tund ji Washingtonê re şand ku rejîm ne amade ye xwe radest bike.

Pisporê Saziya Krîzê (Crisis Group) Elî Waiz dibêje:

"Îranî pêştir dibînin wekî Maduro bin, ne wekî wan serkirdeyên ku Washington dixwaze."

3. Asêbûna dîplomatîk û redkirina peymanê

Gelo Îran dê peymanê bike? Bersiva piraniya şîrokarkeran "Nexêr" e, herî kêm di bin bombebarana niha de.

Mercên Trump (hilweşandina nukleer, mûşek û qutkirina destê mîlîsên wê) ji bo Tehranê wekî "xwekujiyê" ye.

Ji bo Komara Îslamî, tenê saxmanîn û berdewambûna li ser bersivdanê wekî serkeftineke mezin tê dîtin.

Ji ber vê yekê îhtimala gihîştina bi peymaneke nû di demekê de ku şer berdewam e, gelekî lawaz tê dîtin.

4. Senaryoya 'Îraqa serdema Sedam' yan şerê navxweyî

Emil Hokayemê ji Enstîtuya Navneteweyî ya ji bo Lêkolînên Stratejîk pêşbînî dike ku şer bi wê yekê bi dawî bibe ku Îran bibe dewleteke gelekî lawaz û îzolekirî anku wekî Îraqa piştî şerê sala 1991ê.

Di vê senaryoyê de, dê rejîm nebe xwediyê wê hêza herêmî ya berê lê dê dîsa jî wekî çavkaniya aloziyan bimîne.

Îhtimaleke metirsîdartir jî heye, ew jî hilbûna şerê navxweyî û perçebûna welêt bi ser mîlîsên cuda de ye ku ev yek dê herêmê bixe nav bêaramiya demdirêj.

5. Eniya Libnanê şerekî cuda

Eger Trump û Îran bigihin cureyekî agirbestê jî ne merc e Îsraîl şerê li dijî Hizbulahê li Libnanê rawestîne.

Berpirsên Îsraîlî vê yekê wekî derfetekê dibînin ji bo têkbirina yekcarî ya Hizbulahê.

Niha zêdetirî 600 pêgeh li Libnanê hatine bombebarankirin û zêdetirî 480 kes hatine kuştin.

Emil Hokayem dibêje, Îsraîl dixwaze başûrê Libnanê kontrol bike û sîstema siyasî ya wî welatî biguherîne.

Ev yek dê bike ku Libnan bibe qada şerekî demdirêj ku heta piştî şerê Îranê jî berdewam be.

Nezelaliya armancên Washingtonê û israra Tehranê ya li ser mayînê, şer xistiye qonaxeke metirsîdar.

Trump dikare "zû" şer bide rawestandin, eger tenê bi îdiaya medyayî ya serkeftinê razî bibe.

Lê guhertina bingehîn a helwesta Îranê yan rûxandina rejîmê, pêvajoyeke bibac û demdirêj e ku dibe ji lîsteya demê ya Trump bibihure.

Niha hemû alî di nava şerekî de ne û li benda wê yekê ne bê ka kî dê pêşî bêhna xwe vede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst