Trump: Helwesta Îranê ya li ser Tengava Hurmizê li dijî peymanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Tengava Hurmizê Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku Îran ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên di Tengava Hurmizê re destûrê nade û got, "Ev yek li dijî peymana di navbera me de ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê Tengava Hurmizê birêvebiriya Tehranê kir armanc.

Donald Trump di peyama xwe de anî ziman:

"Îran di mijara dayîna destûrê ya ji bo derbasbûna petrolê ya di Tengava Hurmizê re gelekî kêm, heta wekî ku hinek dibêjin nêzîkatiyeke bêrûmet nîşan dide.

Ev yek li dijî peymana di navbera me de ye."

Hişyariya standina pereyan

Serokê Amerîkayê her wiha amaje bi hinek raporan kir û wiha li pey çû:

"Nûçe hene ku dibêjin Îran ji bo wan tankerên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin pereyan distîne.

Baştir e ku ne wisa be lê heger pereyan distînin baştir e ku yekser dawî li vê yekê bînin."

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribûn, Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Nîsanê agirbestek qebûl kiribû.

Trump diyar kiribû ku wan bi mercê vekirina Tengava Hurmizê agirbesteke du hefteyî qebûl kiriye.

Wî her wiha ragihandibû ku wan pêşniyareke 10 xalî ji Îranê wergirtiye û ev yek ji bo dan û standinan bingeheke guncav e.

Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî ragihandibû ku Îran di şer de gihîştiye armancên xwe.

Konseyê destnîşan kiribû ku armanca wan ew e ku dan û standinên dawî li Îslamabada paytexta Pakistanê di nav 15 rojan de bi encam bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst