Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, Melania Trumpê cara yekem li ser wan îdiayan axivî ku navê wê bi Jeffrey Epstein re tê gotin û diyar kir ku ew îdia "bi temamî bêbingeh" in û wan red dike.
Melania Trump li Koşka Spî derket pêşberî kamerayan û bi rêya metneke nivîskî daxuyaniyek da.
Wê destnîşan kir ku ti pêwendiya wê bi Jeffrey Epstein re nîne û haya wê ji tawanên wî nebûye.
Melania Trumpê da zanîn ku ew nûçeyên ku navê wê bi Epstein ve girê didin rastiyê nîşan nadin û ev îdia "ji bo armanca reşkirinê" hatine belavkirin.
Hevjîna Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:
"Divê îro dawî li wan derewan were ku min bi Jeffrey Epstein ve girê didin.
Ew kesên ku li ser min derewan dikin, xwedî standardên exlaqî û rêzgirtinê nînin.
Ez van hewldanên xerab red dikim."
Bangewaziya ji bo Kongreyê
Melania Trumpê her wiha bangî Kongreya Amerîkayê kir ku li ser tawanên Jeffrey Epstein, bi taybetî bi navendbûna qurbaniyan, rûniştinên eşkere werin lidarxistin.
Jeffrey Epsteinê ku bi tohmeta tacîza seksî ya li keçên di bin temenê qanûnî de û avakirina tora fihûşê dihat tohmetbarkirin, 10ê Tebaxa 2019an di girtîgeha Manhattanê ya New Yorkê de di hucreya xwe de mirî hatibû dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse