Moskow (Rûdaw) - Êrişên komî yên bi dronan ên Ukraynayê yên li bender û termînalên petrolê yên Rûsyayê çend hefte ne berdewam dikin.
Armanca wan êrişan bi taybetî benderên li Deryaya Baltîkê yên Ust Luga û Prî-morskê bûn, her wiha termînala li Novorossiyskê ya li Deryaya Azovê jî di nav de ye.
Tenê kapasîteya termînala Novorossiyskê rojane bi qasî milyonek bermîl e ku ew jî nêzîkî ji sedî 20ê hinartina petrola Rûsyayê ya deryayî pêk tîne.
Pisporê Rûsî Igor Yushkov li ser van êrişan wiha got:
“Dema ku meha Adarê petrol biha bû, me karîbû ku ziyanên xwe yên ji ber erzanbûna petrolê yên di mehên Kanûna Paşîn û Sibatê de tazmîn bikin.
Ango rewşa li Tengavê ji bo me şanseke mezin bû. Loma jî Ukrayna hewl dide gurzê li termînalên hinardekirinê bide, bi taybetî li termînalên Ust Luga, Prî-morskê û Novo-Rossiyskê ku Rûsya kêmtir hinarde bike.
Li aliyê din, Ukraynayê berê lûleya petrolê ya Drujbayê jî girtibû û vê yekê rewş girantir kir.
Ji ber wê lûleyê berê petrol ji Macaristan, Slovakya û Sirbistanê re dihat hinartin.
Niha pêwîst bû ku ew qebare jî ber bi termînalên deryayî ve bên şandin lê ziyan gihîştiye termînalên deryayî jî.”
Li gorî pisporên serbixwe, hinartina giştî ya petrola Rûsyayê di hefteya borî de ji sedî 43 kêm bûye.
Ango ji 4 milyon bermîlên di rojê de daketiye 2,32 milyon bermîlan.
Ji aliyê aborî ve, di hefteyekê de ziyana Rûsyayê ya ji dahata petrolê gihîşt derdora milyarek dolarî.
Pisporê din Stanislav Mitrokhovich jî tekez dike ku nirxandina ziyanan zehmet e û anî ziman:
“Pir zehmet e ku em bizanin ka asta ziyanê li wan termînalan çi qas e.
Lê ji çavkaniyên vekirî em dikarin texmîn bikin ku di hefteyekê de, di encama êrişên bi dronan de, hinardeya petrolê ya Rûsyayê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 20 kêm bûye.
Tenê ji bo çend rojan kêm bûye, çimkî termînal zû hatiye sererastkirin.
Bi nêrîna min, ew qas dronên Ukraynayê nînin ku êrişên xwe bi heman şêwazî bidomîne.
Li aliyê din, ew dronên xwe ji aliyê Fînlanda û Baltîkê ve dişînin û ev yek rêya wan hêsan dike.
Loma ez nikarim asta ziyanê bi mîsogerî binirxînim lê çawa dibe bila bibe, ziyanên piştî lêdana dronan di çend rojan an jî hefteyan de tên sererastkirin.”
Li aliyê din, xuya ye ku lûleyên gaza Rûsyayê jî di metirsiyê de ne.
Roja Yekşemê li Sirbistanê, çend sed metre dûrî xeta TurkStreamê, du çenteyên tijî teqemeniyên bihêz hatin dîtin.
Rayedarên herêmî wê îhtimalê dûr nabînin ku ev hewldaneke sabotajkirina lûleyê bûye.
Piştî têkçûna lûleyên Nord Stream û birîna transîta gazê ya di ser Ukraynayê re, TurkStream lûleya dawîn e ku pê gaza boriyên Rûsyayê ber bi Başûr û Başûrrojhilatê Ewropayê ve tê hinartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse