Paşeroja agirbestê: Çînê bangî Tehran û Washingtonê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re ragihand ku ew piştgiriya aramî û aştiya li herêma Kendavê didomînin.

Pekînê welatên herêmê teşwîq kir ku pêwendiyên dostane û cîrantiyeke baş ava bikin.

Wezareta Karên Derve ya Çînê di bersiva pirsa Birêvebirê Ofîsa Çînê ya Rûdawê Mehdî Ferec de li ser agirbesta demkî ya navbera Amerîka û Îranê axivî û da zanîn:

"Çîn her tim piştgirî dide aramî û aştiya li herêma Kendavê û alîkariya welatên herêmê dike ku bigihêjin cîrantiyeke baş û dostane."

Wezareta Karên Derve ya Çînê hêvî kir ku aliyên pêwendîdar derfeta aştiyê bi kar bînin.

Wezaretê destnîşan kir ku divê bi rêya diyalog û şêwirê cudahî werin çareserkirin ku aramî li Kendav û Rojhilata Navîn pêk were.

Pekînê tekez kir ku dirêjkirina şer û piralîbûna nakokiyan ne di berjewendiya ti aliyan de ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê agirbesteke du hefteyî ya welatê xwe û Îsraîlê ya li gel Îranê ragihandibû.

Ev peyman li ser pêşniyara Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf pêk hatibû.

Hevdîtina li Îslamabadê û astengî

Biryar e sibe şandeyên Amerîka û Îranê li Îslamabadê bicivin ku li ser agirbesteke daîmî dan û standinan bikin.

Lê belê tevî agirbestê jî hîn pirsgirêka Tengava Hurmizê û mijara wergirtina bacê ya ji aliyê Îranê ve nehatiye çareserkirin.

Her wiha Tehran dixwaze ku agirbest Libnanê jî li xwe bigire lê Amerîka û Îsraîlê heta niha ev xal red kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ragihandina agirbestê jî, Îsraîlê çend caran Libnan bombebaran kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Çînê careke din tekez kir ku gurkirina nakokiyan zererê dide her kesî û divê hewlên ji bo vegerandina aramiyê werin xurtkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst