JD Vance: Em hêvî dikin ku encamên hevdîtinan erênî bin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan JD Vance Amerîka Îran Pakistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, beriya ku ji bo hevdîtinên bi Îranê re ku dê li Pakistanê pêk werin derkeve rê, di daxuyaniyekê de got ku ew bawer dike hevdîtinên bi Îranê re dê bi encamên erênî bi dawî bibin.

Vance got, “Eger Îran dixwaze bi niyeteke baş dan û standinan bike, em dê destê xwe dirêjî wan bikin lê eger dixwazin bi me re lîstikan bikin, ev dê nebe encameke baş.”

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ku ji bo gotûbêjkirina agirbesta bi Îranê re ber bi Pakistanê ve dikeve rê got, “Eger Îran dixwaze bi niyeteke baş dan û standinan bike, em dê destê xwe dirêjî wan bikin lê eger dixwazin bi me re lîstikan bikin, ev dê nebe encameke baş.”

Vance li ser hevdîtinên ku sibe li Îslamabadê dest pê bikin axivî û da zanîn ku ew bawer dike hevdîtinên bi Îranê re dê bi encamên erênî bi dawî bibin.

Vance bi bîr xist ku ew bi kelecan li bendê ne hevdîtin dest pê bikin û got, “Trump di derbarê danûstandinan de rêwerzên zelal dane me.”

Amerîka û Îranê dê li Îslamabadê li hev bicivin

Piştî agirbesta ku di navbera Îran Amerîkayê de bi navbeynkariya Pakistanê hatibû ragihandin û Îsraîl jî di nav de, aliyan li ser hatina cem hev li Îslamabadê li hev kir.

Di hevdîtinên ku tê plankirin di 11ê Nîsanê de li Pakistanê bên kirin de, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê serokatiya şandeya Îranê bike.

Amerîka jî dê ji aliyê Cîgirê Serok JD Vance ve bê temsîlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst