Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew amade ne ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê wergirin.
Putin got ku Tehran dikare ji bo veguhastina uranyumê baweriya xwe bi "dewleteke dost" bîne.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doh di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Rûsya amade ye tecrubeya berê ya hilanîna uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ducare bike û anî ziman:
"Destpêkê her kes li ser vê mijarê razî bû lê pişt re Amerîkayê helwesta xwe tund kir."
Serokê Rûsyayê eşkere kir ku Îran di warê nukleerê de baweriya xwe bi Rûsyayê tîne û "ji bo vê baweriyê jî hincetên wê yên temam hene."
Şerê Îran û Amerîkayê
Li ser şerê Îran û Amerîkayê, Serokê Rûsyayê diyar kir ku berdewamiya vê aloziyê ne di berjewendiya ti aliyan de ye û hêvî kir ku di demeke herî nêzîk de bi dawî bibe.
Putin her wiha da zanîn:
"Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de gelekî aloz e û Rûsya xistiye rewşeke zehmet.
Çimkî pêwendiyên me hem li gel Îranê û hem jî li gel welatên Ereban ên li Kendavê baş in."
Putin ducare kir ku Rûsya pêwendiyên xwe yên li gel her du aliyên nakokiya Îran û Îsraîlê didomîne.
Putin di beşeke din a axaftina xwe de li ser pêwendiyên li gel Washingtonê, destnîşan kir ku Amerîka "bi rastî" hewl dide bigihêje peyman û çareseriyê lê belê wî ragihand ku ev mijar "di pileya yekem de pêwendiya wê bi Rûsya û Ukraynayê re heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse