Çavê cîhanê li Pekînê ye: Trump û Xi Jinping dicivin

56 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Xi Jinping Amerîka Çîn Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku aloziyên navbera Tehran û Washingtonê zêde dibin, Donald Trump berê xwe dide Pekînê. Çavê cîhanê li ser vê serdanê ye.

Gelo dê Çîn ji bo bidawîkirina şer û vekirîhiştina Tengava Hurmizê guvaşê li Îranê bike yan na? Yan jî dê kartên xwe yên aborî li dijî Amerîkayê bi kar bîne?

Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 14 û 15ê vê mehê li Pekînê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive.

Ev lûtke di demekê de pêk tê ku aloziya navbera Îran û Amerîkayê hevsengiyên herêmê diguherîne.

Washington dixwaze Pekînê yan wekî navbeynkar yan jî wekî amûreke guvaşê ya li hemberî Tehranê bi kar bîne.

Nêzîkatiya "rastbîn" a Pekînê

Çîn serdana Trump bi baldarî dişopîne. Li gorî pisporan, dê Pekîn tenê di rewşekê de nêzîkatiyeke erênî nîşanî daxwazên Washingtonê bide; ew jî daxistina bacên gumrikê yên giran e ku hinek ji wan digihîjin ji sedî 145an.

Ji Economist Intelligence Unitê Yu Su got, "Çîn dixwaze ji bo parastina pêgeha xwe ya di bazara cîhanî de herî kêm hinek encamên berbiçav ji vê lûtkeyê derxe."

Aloziya Îranê li navenda maseya hevdîtinê ye

Birêvebiriya Trump beriya serdanê peyameke tund şand Pekînê.

Washingtonê hişyarî da û got, "Eger hûn piştgiriya leşkerî bidin Îranê, em dê ji sedî 50 baca nû bixin ser hemû kel û pelên Çînê."

Pekîn êrişên Amerîka û Îsraîlê wekî "derqanûnî" dinirxîne.

Di heman demê de ji girtina Tengava Hurmizê jî dilgiran e. Çimkî bilindbûna bihayê petrolê zerereke cidî dide aboriya Çînê.

Li gorî Lizi Li ya ji Asia Societyyê, Çîn dê bi hêsanî dest ji hevparên xwe yên stratejîk ên wekî Îran û Rûsyayê bernede.

Bandora Pekînê ya li ser van welatan jî dê di asteke "sînordar" de bimîne.

Kartên xurt ên Çînê: "Mîneralên kêmpeyda"

Çîn bi kartên girîng dikeve dan û standinan. Di serê van de mîneralên kêmpeyda tên.

Mîneralên kêmpeyda: Çîn piraniya wan madeyên stratejîk kontrol dike ku di hilberîna telefonên jîr û otomobîlên elektrîkî de tên bikaranîn.

Pispor Joe Mazur got, "Trump bi awayekî cidî ji vê kartê ditirse çimkî alternatîfeke Amerîkayê ji bo vê nîne."

Kirîna berheman: Tê diyarkirin ku eger lûtke serkeftî derbas bibe, dibe ku Çîn wekî "jestekê" ji bo kirîna balafirên Boeingê û berhemên çandiniyê peymanên nû îmze bike.

Tê gotin ku bi vî awayî Trump dikare vê yekê li ser platforma Truth Socialê wekî serkeftinekê ragihîne.

Pêwîstiya Trump bi peymanekê heye

Pêwendiyên navbera her du hêzên cîhanî ji 2016an ve di nav krîzê de ne.

Niha jî beriya hilbijartinên navberê yên Kongreyê, pêwîstiya Trump bi peymanekê heye ku bazaran aram bike.

Çimkî li Amerîkayê bihayê sotemeniyê gihîştiye asta rekorê.

Li aliyê din, Pekîn naxwaze hemû vebijêrkên xwe bi Trump ve girê bide.

Tê payîn ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di demeke nêzîk de serdana Çînê bike.

Ev rewş wekî nîşaneya hewldana Pekînê ya ji bo xurtkirina eksena "Başûrê Cîhanî" tê nirxandin.

Ev lûtke ne tenê hevdîtineke dîplomatîk e. Di heman demê de wekî civîneke krîtîk tê dîtin ku dê di mehên pêşiya me de paşeroja bazarên enerjiyê û ewlehiya cîhanî diyar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst