DUSSELDORF - Dirxam dixwaze dengê doza Kurdan bigihîne cîhanê

1 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Dusseldorf Kurd Çalakî Doza Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dirxam Fermanê ji Rojavayê Kurdistanê bi tena serê xwe li kolaneke bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê alayên Kurdistanê û posterên li ser rewşa Kurdan danîne.

Ew bi vê yekê dixwaze dengê Kurdan bigihîne Ewropiyan.

Dirxam Ferman ji Rûdawê re got ku ew dixwaze cîhan bi van çalakiyan êşa Kurdan bibîne û hest bike.

Ji bo nasandina doza Kurdan li Ewropayê digere

Li bajarên Ewropayê, çalakvanekî Kurd bi şêwazekî taybet bala xelkê dikşîne ser rewşa Kurdistanê.

Dirxam Fermanê ku bi eslê xwe ji bajarê Qamişloyê ye, bi salan e li bajarên cuda yên Almanyayê û Ewropayê digere da ku doza Kurdan bi raya giştî ya Ewropayê û cîhanê bide naskirin.

Ferman îro li kolaneke qerebalix a bajarê Dusseldorfê alayên Kurdistanê û posterên li ser komkujî û binpêkirinên li hemberî Kurdan danîn.

Di vîdeoyên ku bi taybetî ji bo Rûdawê hatine şandin de tê dîtin ku gelek Ewropayî radiwestin û li wan dîmenan dênêrin û agahiyan werdigirin.

"Ez kurê her çar parçeyên Kurdistanê me"

Dirxam Ferman li ser çalakiya xwe û armancên xwe ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez kurê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê me lê ez ne tenê kurê Qamişloyê me, ez kurê her çar parçeyên Kurdistanê me. Ez kurê Amed, Hewlêr û Mehabadê me.

Ez îro li vî bajarî dixwazim diyar bikim ku çi bi serê miletê me yê Kurd anîne. Bi taybetî li Efrîn, Kobanî, Serê Kaniyê, Qamişloyê û li her çar parçeyên Kurdistanê. Em dixwazin dinya alem bi êşa miletê Kurd bihese.”

“Dê miletê Kurd bi ser bikeve”

Ferman ragihand ku ew dixwaze bi van çalakiyên xwe bibe dengê her Kurdî û li pey çû:

“Ev kar û çalakiyên min dê bidomin. Ez îro li Dusseldorfê me lê sibe li her bajarê Ewropayê me.

Dê miletê Kurd bi ser bikeve. Em canê xwe fedayî Kurdistanê dikin. Bijî Kurd, bijî Kurdistan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst