Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku Hêzên Fezayê yên Amerîkayê navendên nukleer û xebatên ji bo uranyuma dewlemendkirî yên li Îranê ji nêzîk ve dişopînin.
Trump di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû liv û tevgerên li navendên nukleer ên Îranê tên şopandin û anî zimên:
“Em dê di dema guncav de bigihin tiştê ku em dixwazin. Bi rêya Hêzên Fezayê em wan herêman ji nêzîk ve dişopînin. Em çavdêriya her tiştî dikin.”
Trump diyar kir ku ew dikarin her kesê ku nêzîkî navendên nukleer ên Îranê bibe tesbît bikin û got:
“Heke kesek nêzîkî wan herêman bibe, em dê pê bihesin û tiştê pêwîst bikin.”
"Îran ji aliyê leşkerî ve rûxiya"
Serokê Amerîkayê bersiva wê pirsê neda bê ma operasyonên leşkerî bi dawî bûne yan na lê ragihand ku Îran “ji aliyê leşkerî ve hilweşiya ye” û li pey çû:
“Min negot kar xelas bûye. Ez dibêjim ew rûxiyan. Me li hedefên diyarkirî xist û me nêzîkî ji sedî 70yê wan bêbandor kirin.”
Trump destnîşan kir ku her çi qasî binesaziya leşkerî ya Îranê bi temamî tune nebûbe jî avakirina wê ya ducare dê bi salan bikişîne û diyar kir:
“Çek, radar û beşeke mezin a avahiya serkirdayetiya wan hat tunekirin.”
Rexne li helwesta Tehranê
Donald Trump helwesta Tehranê ya di pêvajoya dan û standinan de jî rexne kir û destnîşan kir ku Îran di vê pêvajoyê de ne bi biryar e.
Trump her wiha amaje bi siyaseta bingehîn a Amerîkayê da û ragihand, “Em dê ti carî rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên nukleer.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse