Dave Wallace: Kurd dê di paşeroja Îranê de bibin serkirde

6 demjimêr berê
Diyar Kurde
Dave Wallace / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dave Wallace / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Îran Amerîka
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Namzedê Komariyan ê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace got, "Gava şert û merc guncav bin, Kurd dê li Îranê rola serkirdayetiyê bilîzin."

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê nêzîkî du hefteyan e ku didome.

Heta niha jî nediyariyeke mezin heye û kes nizane bê sibe dê çi bibe û gelo şer dê berdewam bike yan na.

Namzedê Komariyan ê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace diyar kir ku ev nediyarî, siyaseta aqilane ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.

Bi vî awayî Îranî nekarin texmîn bikin bê ma Amerîka bi niyet e çi bike.

“Kurd dê rola serkirdayetiyê bilîzin”

Namzedê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace ji Rûdawê re ragihand:

"Di vê rewşê de Serok sûdê ji nediyariyê werdigire. Rola wî ew e ku rejîma Îranê û wan zordarên ku tundiyê li dijî gelê xwe bi kar tînin bîne ser çokan."

Wallace anî zimên ku helwesta Donald Trump di heman demê de "nediyariyekê dide rola Kurdistanê jî" û wî got:

"Baweriya min ew e ku gava şert û merc guncav bin, Kurd dê li Îranê rola serkirdayetiyê bilîzin."

Armancên sereke yên Amerîkayê

Li gel van nediyariyên di siyaseta îdareya Amerîkayê de, li Washingtonê wêne hêdî hêdî zelal dibe.

Wisa xwiya dike ku Amerîka ne bi niyet e rejîmê li Îranê biguhere.

Her wiha pirsgirêka wê bi mana wê pergalê re nîne.

Du armancên sereke yên Amerîkayê hene: Îraneke lawaz û bê çekên nukleer.

Lê belê eger ev lawazkirin bibe sedema rûxandina desthilatê, Amerîka dê vê yekê erênî bibîne.

Daxuyaniya Koşka Spî ya li ser şer

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê armancên operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury) eşkere kirin.

Berdevka Koşka Spî têgeha "teslîmbûna bêmerc" zelal kir û got:

"Îran çi bixwaze dikare bibêje lê dema ku em hêza wan a deryayî bi temamî tune bikin, wekî ku em niha dikin, dê gotinên wan gelekî pûç bibin.

Divê em bi temamî û ji bo cara dawî piştrast bin ku ew êdî nikarin çekên nukleer çêbikin da ku gefan li Amerîka, hevalbendên me û leşkerên me yên li herêmê bixwin.

Tiştê ku Serok Trump di dawiyê de derbarê vê operasyonê hewl dide pêk bîne ev e."  

4 armanc

Amerîkayê di destpêka vî şerî de bi fermî 4 armanc ragihandibûn: Îraneke bê çekên nukleer, bê mûşekên balîstîk, bê artêşeke bihêz û bê hêza deryayî.

Li gorî rayedarên Amerîkayê, ew niha bi temamî nêzîkî wan armancan bûne.

Loma li Washingtonê ne surprîz e eger Donald Trump ji nişka ve derkeve pêşberî kamerayan û bibêje:

"Em bi ser ketin û êdî şer bi dawî bû lê eger Îran careke din bibe gef, em dê dîsa li wan bixin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst