Trump: Gava ez bixwazim ez dê şer biqedînim

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Îsraîl Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şerê li dijî Îranê "di demeke nêzîk de" bi dawî dibe.

Trump diyar kir ku di pratîkê de li wî welatî tiştekî ew qas mezin nemaye ku bibe armanc.

Li hemberî vê yekê, Îsraîl tekez dike ku dê şer bêyî sînorkirina demê bidome.

Donald Trump îro di hevpeyvîneke kurt a telefonî de ji malpera "Axios"ê re axivî.

Trump got, "Bi baweriya min şer qediyaye. Tenê hinek tiştên biçûk li vir û wir mane. Gava ez bixwazim ez dê biqedînim, dê biqede."

Pêşketineke ji ya plankirî leztir

Trump da zanîn ku ew ji wê plansaziya demê ya ku wan danîbû gelekî li pêştir in.

Wî destnîşan kir ku wan ji wê xisara ku berê ji bo 6 hefteyan pêşbînî kiribû zêdetir xisar daye.

Tevî daxuyaniyên geşbîn ên Trump, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku şer dê bidome.

Katz diyar kir ku dê şer "bêyî ti sînorekî demê û heta dema pêwîst be" bidome, da ku serkeftineke tekez bi dest bixin.

Berpirsên Amerîkî û Îsraîlî jî destnîşan dikin ku wan xwe ji bo herî kêm du hefteyên din ên êrişên dijwar ên li ser Îranê amade kiriye.

Rewşa Tengava Hurmizê

Li ser rewşa Tengava Hurmizê, zanyariyên îstixbaratî eşkere kirin ku Îranê dest bi danîna mayînan li wê rêrewa avî ya hestiyar kiriye.

Trump ji Axiosê re piştrast kir ku hêzên Amerîkayê roja sêşemê 16 belemên mayînrêj ên Îranê têk birine û plana Tehranê pûç kiriye.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper, di peyameke vîdeoyî de ragihand ku hêzên Amerîkayê têkbirina şiyana leşkerî ya Îranê didomînin.

Cooper got, "Şiyana şer a Amerîkayê di bilindbûnê de ye û şiyana şer a Îranê jî di daketinê de ye."

Fermandarê CENTCOMê her wiha da zanîn ku êrişên mûşekî û dronî yên Îranê bi rêjeyeke gelekî zêde kêm bûne.

"Ev tolhildan e"

Trump di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku şerkariya Îranê ne tenê li dijî Amerîka û Îsraîlê bûye, belkî welatên Kendavê jî girtiye nav xwe.

Serokê Amerîkayê got, "Wan dixwest hemû Rojhilata Navîn dagir bikin.

Niha ew baca wan 47 salên kuştin û wêraniyê didin ku wan bi xwe çêkiriye."

Trump ev kiryarên li dijî Îranê wekî "tolhildan" bi nav kir û got, "Ew dê bi wê hêsaniyê jê xilas nebin."

Ji aliyekî ve Amerîka qala ji holê rakirina temamî ya şiyanên Tehranê dike.

Lê ji aliyê din ve jî Îsraîl lêdana binkeyên fermandarî û îstixbaratê yên Supaya Pasdaran ên li Tehran û bajarên din didomîne.

Washington ji bo bicihkirina pergalên Patriot li welatên Kendavê yên ku ji Asyayê hatine veguhastin kar dike.

Armanca vê gavê ew e ku ewlehiya rêrewên avî û Tengava Hurmizê garantî bike û rê li ber her cûre hewldaneke Îranê ya ji bo têkdana bazara enerjiyê bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst