Trump: Me karekî wisa kir ku kesî pêşbînî nedikir

6 demjimêr berê
RÛDAW
Donal Trump / Wêne: AFP
Donal Trump / Wêne: AFP
Nîşan Donald Trump Îran Şer Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku artêşa wan li cîhanê ya herî baş e û wan karîbûye pergala parastina asmanî, hêza deryayî û asmanî ya Îranê ji holê rakin.

Serokê Amerîkayê li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê dirûşmên "Bimire Amerîka, bimire Îsraîl" ên li Parlamentoya Îraqê jî got, "Ev pirseke xweş nîne."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Trump derbarê şerê Îranê de ragihand, "Me karekî wisa kir ku kesî pêşbînî nedikir em karibin bikin.

Artêşa me li cîhanê ya herî baş û bihêz e, me bi tundî li wan xist. Wan 47 salan destdirêjî kir û gelek Amerîkayî kuştin."

28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û piştre Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da. Wekî beşek ji bersivdana xwe, Îranê êrişî welatên Kendavê jî kir.

"Serkirdeyên wan nemane"

Trump derbarê zerêrên Îranê yên di vî şerî de got:

"Wan hêza deryayî ji dest da, hêza asmanî ji dest da, ti pergalên wan ên dijebalafir nemaye.

Ti radarên wan nemane. Serkirdeyên wan nemane."

Trump di berdewamiya axaftina xwe de hişyarî da û anî zimên:

"Me dikarîbû karên gelekî xerabtir jî bikin. Me hinek tişt hiştin ku em dikarin vê piştî nîvroyê an jî piştî saetekê êrişî wan bikin.

Eger em vê bikin, ew dê ti carî nekaribin welatê xwe ji nû ve ava bikin."

Doh, Sererkanî Artêşa Amerîkayê Dan Caine ragihandibû, "Heta niha me zêdetirî 5 hezar armanc li nav xaka Îranê pêk anîne.

Êrişên mûşekî yên Îranê ji sedî 90 û êrişên wan ên dronan jî ji sedî 83 kêm bûne."

Li gorî Serokê Amerîkayê, wan herî kêm 49 serkirdeyên Îranê kuştine ku yê herî diyar Rêberê Bilind ê berê yê Îranê Elî Xaminêyî ye.

Heman roja ku Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir, li bajarê Mînabê dibistanek jî hat armanckirin.

Li gorî berpirsên Îranê, di wê êrişê de herî kêm 150 kes hatine kuştin.

Li gorî medyaya Amerîkayê jî, di lêkolîna berpirsên Washingtonê de derketiye holê ku artêşa Amerîkayê berpirsyara wê êrişê ye lê Serokê Amerîkayê li ser vê mijarê got, "Ez derbarê vê de tiştekî nizanim."

"Divê şirketên petrolê Tengava Hurmizê bi kar bînin"

Serokê Amerîkayê derbarê tirsa şirketên petrolê ya ji bo bikaranîna Tengava Hurmizê de jî ragihand:

"Divê ew bi kar bînin. Bi ya min divê ew bi kar bînin. Di şevekê de me ew keştî ji holê rakirin ku ji bo danîna mayînan bi kar dianîn."

Trump her wiha got, "Me 16 hebên wan têk birin û me nizanibû ku hêza wan a deryayî ew qas mezin e.

Dibêjin 'Ew mezin e lê ne bibandor e'. Piraniya keştiyên wan ên hêza deryayî hatin têkbirin."

Gotinên Trump piştî wê yekê hatin ku doh medyaya Amerîkayê belav kiribû ku zanyarî gihiştine destê îstixbarata welatê wan ku Îranê li Tengava Hurmizê dest bi danîna mayînan kiriye da ku rê li ber derbasbûna keştiyan bigire.

Dirûşmên li Parlamentoya Îraqê

Di wê konferansa rojnamegeriyê de, derbarê gotina "Bimire Amerîka û bimire Îsraîl" a ji aliyê parlamenterên Îraqê ve li salona parlamentoyê, Serokê Amerîkayê got, "Ev pirseke xweş nîne."

7ê Adarê, Parlamentoya Îraqê bi mebesta gotûbêjkirina rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê, bi amadebûna fermandarên bilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Îraqê civiya.

Di wê civînê de parlamenterên nêzîkî komên çekdar ên Îraqê derfet dît û li dijî Amerîka û Îsraîlê dirûşm berz kirin.

Her wiha wan pesnê wan hêzan da ku bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê û çend armancên din ên li Îraqê dikin.

Parlamenteran di wê civînê de digot, "Bimire Amerîka, bimire Îsraîl".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst