Hewlêr (Rûdaw) – Li Îslamabada paytexta Pakistanê piştî 40 rojên şer di navbera Îran û Amerîkayê de dan û standin tên kirin.
Berpirsekî Amerîkî û çavkaniyeke herêmî diyar kir ku dê gotûbêj bi du qonaxan bin.
Ew qonax jî wekî "nerasterast û rasterast" hatin destnîşankirin.
Kanala CNNyê ya Amerîkî li ser zarê çavkaniyeke herêmî nûçeyek belav kir.
Li gorî nûçeyê, di qonaxa yekem de her du alî bi rêya navbeynkarên Pakistanî li ser rojeva dan û standinan li hev dikin.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku paşê di heman rojê de, şandeyên her du welatan dest bi gotûbêjên rû bi rû û rasterast bikin.
Rola navbeynkaran
Piraniya gerên pêşîn ên dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de nerasterast bûn.
Ew hevdîtin bi rêya navbeynkarên Umanî dihatin kirin lê belê di dema dan û standinên atomî yên bihara borî de çend pêywendiyên rasterast jî çêbûbûn.
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Endamê Tîma Dan û Standinê ya wî welatî Steve Witkoff, berê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re pêywendiyeke rasterast danîbû.
Ev civînên li Îslamabadê di demekê de ne ku şer rawestiyaye.
Piştî nêzîkî 40 rojên şer û pevçûnan, di navbera her du aliyan de agirbesteke du hefteyî hatiye ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse