Diyasporaya Kurdan a Munîhê ziman û çanda Kurdan diparêze

11-04-2026
Hêmin Ebdullah
Bernameya Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bernameya Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Munîh Diyaspora Kurd
A+ A-

Munîh (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê, diyasporayeke Kurdan a gelekî çalak û serkeftî heye û ziman û çanda Kurdan diparêze.

Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê vê hefteyê li bajarê Munîhê yê Almanyayê hat pêşkêşkirin.

Pêşkeşkarê Bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdulah li Munîhê ye û behsa çalakî û çîrokên serkeftinê yên Kurdên li Munîhê kir.

Munîh bi tîma xwe ya futbolê Bayern Munîh, şîrketa otomobîlan BMW û mazûvaniya salane ya Konferansa Ewlehiyê tê naskirin.

Serokê Herêma Kurdistanê jî piraniya caran beşdarî vê konferansê dibe.

Endamên çalak ên diyasporayê

Di beşeke bernameyê de, li gel du endamên çalak ên diyasporayê gotûbêj hat kirin.

Berpirsê Civata Kurdan a Munîhê Kamîran Îsa  xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2011an ve li Almanyayê dijî.

Wî zanistên siyasî xwendiye û niha di nav saziyên Almanyayê de kar dike.

Her wiha endama Civata Kurdan a Munîhê Mîhreban Salih jî xelka Silêmaniyê ye û berê li Zanîngeha Silêmaniyê alîkara mamosteyan bû.

Ew ji dawiya sala 2021ê ve ji bo xwendina masterê çûye Munîhê.

Parastina çand û zimanê Kurdî

Mîhreban Salihê ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku diyasporaya Kurdan li Munîhê bi awayekî çalak ji bo parastina çand û zimanê Kurdî kar dike.

Çalakiyên wan ên salane yên herî girîng Rojên Fîlmên Kurdî, ahengên Newrozê û Rojên Çanda Kurdî ne.

Ji bo parastina muzîka Kurdî û naskirina nifşê nû bi mûzîka Kurdî re, komeke foklorî ya taybet bi govendê li wî bajarî hatiye damezirandin.

Her wiha waneyên zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî tên dayîn.

Ji bilî karên çandî, ew alîkariya wan Kurdan jî dikin ku di karûbarên fermî û burokratîk de pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

"Li Munîhê nêzîkî 28 hezar Kurd dijîn"

Kamîran Îsa amaje bi wê yekê kir ku li gorî lêkolîneke fermî, nêzîkî 28 hezar Kurd li Munîhê dijîn.

Ev lêkolîn bi hevkariya Şaredariya Munîhê û bi serpereştiya Dr. Çinur Qadirî ya li Zanîngeha Bochumê hatiye kirin.

Ev Kurd ji parçeyên cuda yên Kurdistanê hatine û beşeke wan a berçav jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne ku mijûlî kar û xwendinê ne.

Di nava civakê de kesên akademîsyen, fermanber û esnaf jî hene.

Mala Kurdan

Berpirsê Civata Kurdan ê Munîhê her wiha got ku li wî bajarî civakeke Kurdan a serkeftî heye.

Siyasetmedar, çalakvan, endamên encumena şaredariyê û bazirganên mezin di nav vê civakê de hene.

Lê belê heta niha navendeke fermî yan jî "Maleke Kurdan" nîne daku wan kom bike.

Pêwîstiya bi navendeke çandî

Li gorî gotina Kamîran Îsa, li wî bajarî pêwîstiyeke bilez bi damezirandina navendeke çandî ya wekî civakên Yunan, Tirk û Ereban heye.

Armanca vê navendê, parastina çand, ziman û dîroka Kurdan e di nava nifşê nû de.

Ev nifşê nû niha hêdî hêdî di nava civaka Almanyayê de dihelin û zimanê xwe yê dayîkê ji bîr dikin.

Ew navend dê bibe cihê gotûbêjkirina pirsgirêkan û pevguhertina zanyariyan a derbarê civaka Almanyayê û diyasporaya Kurdan de.

Bingeha lobiya Kurdan

Navend her wiha dê hêz û şiyanan bike yek.

Ev dê bibe bingeh ji bo avakirina lobiyeke bihêz a Kurdan di paşerojê de ku karibe bandorê li ser asta siyasî û civakî bike.

Li aliyê din, Mîhreban Saliha ku bi xwe xelka Silêmaniyê ye, derbarê bajarê Munîhê de jî axivî.

Wê amaje bi wê yekê kir ku di navbera Munîh û Silêmaniyê de di warê xwezayî û keskahiyê de hemaniyeke mezin heye û ew kêfxweş e ku li wî bajarî dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nikol Paşinyan / Wêne: Arşîv

Serokwezîrê Ermenistanê: Qerebax ne ya me bû

Ermenistanê sala 2020î di Şerê Duyem ê Qerebaxê yê ku 44 rojan dom kir de li hemberî Azerbeycanê zerereke mezin a leşkerî dît