Dusseldorf (Rûdaw) - Remezan Koçer, Kurdekî ji herêma Bahdînanê ue û li bajarê Munîhê yê Almanyayê restoranteke Hindî ya bi nav û deng birêve dibe.
Ev restoranta ku navê wê "Madam Chutney" ye, ne tenê di nav Kurdan de lê di nav Alman û biyaniyan de jî bûye cîhekî sereke.
Çîroka jiyana Remazen Koçer
Remezan Koçer bi eslê xwe xelkê gundê Bêzîhê yê girêdayî Zaxoyê ye. Ew li wir ji dayîk bûye û mezin bûye.
Heta pola pêncan a amadehiyê li wir xwendiye. Sala 1983yan çûye Pêşmergetiyê.
Piştî karesata Enfalê, sala 1988an derbasî Ameda Bakurê Kurdistanê bûye. Piştî salekê li kampên Amedê, berê xwe daye Yûnanistanê û di dawiyê de sala 1991ê gihîştiye Almanyayê.
Dema ku gihîştiye Almanyayê ti zarokên wî tune bûne lê niha şeş zarokên wî hene. Her sê kurên wî jî li restorantê ligel wî dixebitin.
Ji karsaziyê ber bi restorantê ve
Remezan Koçer beriya ku dest bi karê restorantê bike xwediyê şirketekê bû ku di warê paqijiyê de dixebitî.
Di wê şirketa wî de nêzîkî 150 karmend hebûn ku li otel, nexweşxane û dibistanan karê paqijiyê dikirin.
Piştî ku zarokên wî mezin bûn, wî biryar da ku qadeke nû ya karsaziyê biceribîne.
Sala 2018an, wî ewilî restoranteke Îtalî vekir,lê ji ber ku konsepta wê zêde serkeftî nebû, wî biryar da ku guherînan bike.
Bi alîkariya hevalekî xwe yê Hindî yê bi navê Prateek, wan konsepta restorantê guhert û kirin restoranteke Hindî.
Madam Chutney: Di nav 10 restorantên herî baş de ye
Ev restorant niha di asta Almanyayê de di nav 10 restorantên Hindî yên herî baş de cih digire.
Gelek kovar û rojnameyên navdar ên Almanyayê wekî "Suddeutsche Zeitung" û "Feinschmecker" li ser serkeftina vê restorantê makale nivîsandine.
Remezan Koçer ji Rûdawê re got, "Xwarinên Kurdî û Hindî nêzîkî hev in lê xwarinên wan hinekî tûjtir in.
Li vir em xwarinên herî bêtam û bi kalîte pêşkêş dikin."
Mêhvanên navdar
Ji ber navûdengê restorantê, gelek kesên navdar serdana wê dikin.
Konsulê Qeterê, lîstikvanên tîma Bayern Munichê yên wekî Serge Gnabry û gelek hunermend û kesayetên din dibin mêhvanên Madam Chutney.
Li gorî amaran, ji sedî 80yê mişteriyên restorantê jin in.
Planên paşerojê
Remezan Koçer dixwaze karsaziya xwe berfirehtir bike. Ew plan dike ku li bajarên wekî Berlîn, Dusseldorf, Stuttgart û Hamburgê jî şaxên nû veke.
Her wiha xeyala wî ya herî mezin ew e ku rojekê restoranteke Kurdî ya bi heman kalîteyê li Almanyayê veke.
Remezan Koçer di dawiyê de, peyamekê dide ciwanên Kurd ên li diyasporayê û got:
"Hêviya min ji bo hemû Kurdên diyasporayê heye. Bila hêviya wan hebe, baweriya wan bi xwe hebe û di her karî de bixebitin. Înşalah dê bi ser bikevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse