Sererkanê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwarin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Uganda Tirkiye Îsraîl Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muhoozi Kainerugaba ragihand ku ew dikare ji bo piştgiriya Îsraîlê 100 hezar leşkerî seferber bike. Her wiha wî Tirkiye jî tawanbar kir.

Sererkanê Ugandayê Muhoozi Kainerugaba diyar kir ku heger Enqere milyarek dolarî nede Ugandayê, ew dê pêywendiyên xwe yên dîplomatîk bi dawî bikin.

Muhoozi Kainerugaba ku wekî kur û cîgirê Serokê Ugandayê Yoweri Museveni tê dîtin, li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê rojeva herêmî û navneteweyî îdiayên balkêş kirin.

Kainerugaba piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê bi sedemên olî ve girêda û diyar kir ku artêşa Ugandayê ji bo parastina "Axa Pîroz" amade ye û got:

"Ez amade me 100 hezar leşkerên Ugandayê li Îsraîlê seferber bikim.

Ji bo parastina Axa Pîroz ku axa ezîzê me Îsa ye, em amade ne vê gavê biavêjin."

Sererkanê Ugandayê da zanîn ku ev helwest pêwîstiyeke nasnameya wan a Xiristiyaniyê ye.

30 roj dem da Tirkiyeyê

Kainerugaba di berdewamiya peyamên xwe de Tirkiye kir armanc û birêvebiriya Enqereyê wekî "pirsgirêka sereke" bi nav kir.

Kainerugaba neçû nav hûrgiliyên aloziya li gel Tirkiyeyê lê zimanekî gelekî tund bi kar anî û ji bo qutkirina pêywendiyên dîplomatîk dem da û anî ziman:

"Pirsgirêka sereke Tirkiye ye! Me çaverê kir ku ew xwe komî ser hev bikin.

Heger ew pirsgirêkên me çareser nekin, em dê di nava 30 rojên pêş de hemû pêywendiyên xwe yên dîplomatîk ên li gel Tirkiyeyê bi dawî bikin."

"Berî axaftinê em milyarek dolarî dixwazin"

Sererkanê Ugandayê her wiha anî ziman ku ew ji bo her pêvajoyeke dan û standin an jî diyalogê ji Tirkiyeyê daxwaza pereyekî zêde dikin û da zanîn:

"Hîn berî ku em dest bi axaftinê jî bikin, em herî kêm milyarek dolarî ji Tirkiyeyê dixwazin."

Bi Încîlê bangî Îranê kir

Kainerugaba di beşeke peyamên xwe de rasterast Îran kir armanc û ayetek ji Încîlê (1. Samuel 17:45) parve kir û got:

"Ez dê gotinên xwe yên ji bo Îranê bi vê ayetê bi dawî bikim: 'Hûn bi şûr, bi rim û bi mertalan bi ser min de tên; lê ez bi navê Xwedayê Hêzan, Xwedayê artêşên Îsraîlê ku we qerfên xwe pê kirine, bi ser we de têm!'"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst