Îbo: Berberê Kurd ê ku porê Olaf Scholz û serkirdeyên Almanyayê kur dike

3 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Îbo porê Hêmin Ebdulah jî kur dike\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îbo porê Hêmin Ebdulah jî kur dike\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Munîh Almanya Olaf Scholz Bavyera
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Munîh mazûvaniya dîyasporaya Kurdan a gelekî çalak û serkeftî dike. 

Dr. Çinûr Qadirî di lêkolîneke zanistî de eşkere dike ku herî kêm 28 hezar Kurd li vî bajarî dijîn.

Kurdên Munîhê ne tenê di warê aborî de lê di warê siyaset, akademî û çandê de jî mohra xwe li bajêr xistine.

Îbrahîm Osman Îbrahîm (Îbo) wekî berberekî Kurd ê serkeftî li bajarê Munîhê yê Almanyayê tê naskirin. 

Ew bi eslê xwe xelkê gundê Şîwaşokê yê herêma Pişderê ye. Îbo beriya ku koçî Almanyayê bike, li herêma Jêrawayê ya Başûrê Kurdistanê berberekî navdar bû. 

Ew niha li Munîhê xwediyê salonên porbirînê yên herî bi nav û deng e.

Îbo di sala 2023yan de di nav hezaran şirketên Munîhê de xelata "Munich Ausgezeichnet" (Munîha Bijare) wergirt. 

Ev xelat ji bo baştirîn karsazê ku di warê sosyal û xêrxwaziyê de çalak e, tê dayîn. 

Îbo bi karên xwe yên mirovî balê dikişîne ser serkeftina Kurdan. Ew piştî destpêkirina şerê Ukraynayê, sê mehan porê penaberên Ukraynayî (tenê jin û zarok) belaş jê kir. 

Îbo her wiha porê malnişînên (teqawît) Almanyayê jî bê pere kurr dike. 

3Ew diyar dike ku ji sedî 80yê jinên xanenîşîn li Almanyayê di rewşeke aborî ya xirab de ne û ew dixwaze alîkariya wan bike.

Salonên Îbo bûne navenda serkirdeyên herî payebilind ên Almanyayê. 

Serokwezîrê berê yê Almanyayê Olaf Scholz di sala 2025an de di dema bernameyeke zanîngehê de porê xwe li cem Îbo kurr kir. 

Serokwezîrê Bavyerayê Markus Soder û Şaredarê Munîhê jî di nav mişteriyên wî yên taybet de ne. 

Birêvebirê Giştî yê Şirketa BMWyê û birêvebirên zanîngehan ji bo porbirînê serdana salonên wî dikin.

Îbo bi jineke Amerîkayî re zewiciye û di 15ê Kanûna Paşîn a 2026an de bûye bavê keçekê. 

Ew bawer dike ku dema mirov xêrekê dike, Xwedê mirov diparêze.

Îbo bi Kurdbûna xwe serbilind e û dixwaze nifşê nû yê Kurdan li Almanyayê fêrî çand û zimanê xwe bibe. 

Ew di salonên xwe de standardên Ewropî û sîstema şûştina porî ya ji pişt ve bi kar tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst